Asayişa Rojava: Kujerê jineke Kurd hat girtin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hêzên Ewlehiya Hundirîn Rojavayê Kurdistanê Kujer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê li bajarokê Tirbe Spiyê yê Qamişloyê kujerê jineke Kurd girt.

Jina Kurd a bi navê Emîne Misto 10ê Gulanê li bajarokê Tirbe Spiyê yê Qamişloyê hatibû kuştin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê (Asayîş) li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Asayişê ragihand ku piştî zêdeyî 2 mehan ji lêkolîn û lêgerînê wan karibiye kujerê jina Kurd Emîne Mistoyê bigirin.

Herwiha Asayî da zanîn ku navê kujer Bîla e.

Li xwe mikur hat

Li aliyê din, kujerê jina Kurd Bîlal li xwe mikur hat ku wî jina Kurd kuştiye û wiha got:

"Ez hatim malê, min dît ew jî çû mala xwe. Ez hinekî li bend wa mam.

Piştre bi armanca min lawî hilgirt û xwe di ser dîwar re avêt malê.

Lê ji nişka ve ez rastî wê hatim, ji tirsa li ba tanka avê min li serê wê da û li erdê ket."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst