HESEKÊ - Malbateke Kurd ev 14 roj in wenda ye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Heseke Malbat Wenda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke Kurd a ji barê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ev 14 roj in wenda ye.

Jineke bi navê Hale li gel 4 zarokên xwe yên bi navên Heval, Mihemed, Hava û Heliz dema ku dixwast biçe serdana mirovên xwe yên li Qamişloyê wenda dibin.

Malbat 3yê Tîrmehê ji taxa Ezîziyê diçe garaja Til Hecerê ya bajêr û paşê jî wenda dibe.

Derbarê çawaniya wendabûna vê malbatê hîn jî ti agahiyên zelal nehatine belavkirin.

Mirovê malbatê bangî welatiyên Hesekê û Qamişloyê dikin ku alîkariya wan bikin û her agahiyekê derbarê vê malbatê bizanin hêzên asayîşê agahdar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst