Li Semsûrê agir bi zeviyan ket

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Semsûr Agir Zevî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Farxikanê yê parêzgeha Semsûra Bakurê Kurdistanê agir bi hinek zeviyan ket û tîm hewil didin agir vemirînin.

Agir li derdora 10 gundan belav bûye û welatî li ser medyaya civakî alîkariyê dixwazin.

Li gorî zanyariyan demjimêrên êvara îro li gundê Farxikan ê Semsûrê, ji ber sedemek nediyar agir bi zeviyên beyar ket.

Agir di demek kurt de gihişt hinek ji bexçeyên çandiniyê yên welatiyan.

 Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û ji bo vemirandina agir dest bi xebatan kir.

 Agir berdewam dike  û tîm li gel welatiyan hewl didin agir vemirînin.

Li gorî zanyariyan  ji bilî gundê Farxikan, agir bi gundên Kistan, Ber Kire, Male Bawa, Zag û Kirxilli bi giştî derdora 10 gundan ketiye.

Zereke zêde gihiştiye bexçeyên çandiniyê.

Hinek welatiyan li ser medyaya civakî dîmenên agir belav kir û alîkarî xwest.

Herwiha bangî  aliyên peywendîdar jî dikin ku bi helîkopteran midaxaleyî agir bê kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst