Ecûmena Asayişê PKKyê bi encamdana teqandina otomobîla berpirsê PDKyê tohmetbar dike

Hewlêr (Rûdaw) - Ecûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê PKKyê bi teqandina otomobîla Berpirsê PDKyê yê Şaxa Kelarê Ekrem Salih tohmetbar dike.

Otomobîla Berpirsê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Şaxa Navçeya Kelarê ya Silêmaniyê Ekrem Salih doh saet 09:50î teqiyabû û agir pê ketibû.

Herwiha di encama teqînê de camên hinek malan jî şikiyan.

Li aliyê din, Ekrem Salih diyar kir ku bombeyeke bidestçêkirî ku di nav otomobîlê de hatiye bicîhkirin bûye sedema teqînê.

Ekrem Salih da zanîn ku di teqînê de ti kes ne birîndar bûye ne canê xwe ji dest daye.

Ecûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê îro derbarê bûyerê daxuyaniyek belav kir.

Ecûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê PKKyê bi encamdana wê teqînê tohmetbar dike.

Di daxuyaniya Ecûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê wiha hat gotin:

“Ev heyameke grûpeke têkdar a PKKyê bi bername hewl dide hemwelatî, kadro û endamên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bikuje.

Di çalakiya xwe ya dawî ya êrişa 15ê Tîrmeha 2024an de li bajarê Kalarê otomobîla berpirsekî PDKyê bi bombeyeke hedef girt.

Di heyama sê salên derbasbûyî de, vê grûpa wêranker çend welatî û endamên hêzên parastina Kurdistanê kirine armanc û hinek ji wan şehît bûne.

Lê ew di hinek çalakiyên xwe yên têkder de serkeftî nebûne.

Herwiha ew grûp bi şewitandina cihên giştî, bazar û navendên danûstendinê yên Herêma Kurdistanê û herêmên din nefreta xwe nîşan didin û wan zerer gihandiye bazirgan û welatiyên Herêma Kurdistanê. 

Ew grûp bûne amûra bazirganî û belavkirina madeyên hişbir û karên neqanûnî li herêmê û li ser asta navneteweyî dikin.

Ev serdestiya grûpa wêranker a PKKyê, paşeroja herêmê dixe ber metirsiyên herêmî û navneteweyî û dibe sedema karên neyînî û nexwestî.

Berdewamiya van kiryarên dê bêbersiv nemîne û berpirsyariya her encamekê jî rêveberiya rêxistinê ye.”