Pêwendiyên Şam - Enqereyê li ser duriyanekê ne

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî 13 salan Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed behsa asayîkirina pêwendiyan dikin.

Axaftinên Erdogan û Esed ên li ser asayîkirina pêwendiyan karvedanan bi xwe re anîn.

Sarbûnên bi salan berdewam mezin dibin demsal a germê ye û bandorê wê li ser sahaya Sûriyeyê jî heye.

Hebûna hêzên Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê û beşek ji xaka Rojavayê Kurdistanê,  hevpeymaniya Tirkiyeyê bi komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê re çend girêkên serekî yên yên navbera wan her du cîranan in.

3 milyon penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê û hewla Tirkiyeyê ya vegerandina wan jî wekî çend girêkên din ê rêyên her du welatan tên destnîşankirin.

Li gorî pisporan ev pêwendî li ser duriyanekê ne, yan dê her du alî di yek rêyê de herin an jî dê her alî berê xwe bide rêya xwe.

Hakan Fîdan: Helwesta me li hemberî mixalefetê naguhere

Herî dawî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser asayîkirina pêwendiyên Şam û Enqereyê wiha got:
"Ez dixwazim bibêjim ku em helwesta xwe bê sedem naguherin.

Di şerê li hemberî DAIŞ û PKKyê de li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê, çendîn sal bi hev re mil bi mil li dijî terorê û dagîrkaran, me şer kir.

Em dewleteke gelekî dilsoz in û ti carê canfîdayê jibîr nakin lê ew birayên me azad in çawa biryarê didin, di çarçoveya yasaya navneteweyî de.

Ew azad in bi rejîma Sûriyeyê re çawa û çi biryarê didin û çawa danûstandinê dikin.

Ew mijareke pêwendiya wê bi wan re heye û em jî roleke erênî digirin. Tekez dikim ku em di rê de wan bicih nahêlin û fîdakariyên wan jî ji bîr nakin."

Xwepêşandanên li hemberî Tirkiyeyê

Bi daxuyaniyên Erdogan ên li ser asayîkirina pêwendiyan re li herêmên bakurê Sûriyeyê li dijî Tirkiyeyê alozî û xwepêşandanan jî dest pê kir.

Di destpêka meha tîrmehê li bajarên wekî Efrîn û Ezaz û El babê xelk li dijî Tirkiyeyê daketin kolanan û çend xwepêşander ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin û bi dehan xwepêşander jî hatin desteserkirin.

Ehmed Hellaq welatiyê xelkê Sûriyeyê ye û li ser asayîkirina pêwendiyên aliyan wiha got:

"Xwepêşandan û nerazîbûn piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Tirkiyeyê çêbûn. Di wan daxuyaniyê de behsa asayîkirina pêwendiyan bi rejîma Esed re dihat kirin. "

Medyayê behsa egera civîna her du serokên Tirkiye û Sûriyeyê dikin û Erdogan jî ew nûçe piştrast kirin.

Herî dawî li NATOyê Erdogan da zanîn ku wî ji Esed re ragihandiye were Tirkiyeyê yan li welatê sêyem bicivin.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê û herî dawî Beşar Esed bersiv dan gotin û vexwendinên Erdogan.

“Divê civîn ji bo bidawîkirina pirsgirêkan be”

Esed behsa zemîna hevdîtinan kir û wiha got:

"Lewma em dipirsin, binemaya wê hevdîtinê çi ye? Gelo li ser bidawîkirina sedemên pirsgirêkan e?

Divê civîn ji bo bidawîkirin pirsgirêkan û dayîna piştgiriyê ya terorê û vekişîna artêşa wan ji xaka Sûriyeyê be, ew krokiya pirsgirêkê ye, eger civîn wê mijarê li xwe negire êdî civîn ji bo çi ye?"

Nêzîkjî ji sedî 30 ji rûberê Sûriyeyê li jêr destê Rêveberiya Xweser e û ew nêzîkbûna Şam û Enqereyê bi kûrtirkirina krîzê dibînin.

“Tirkiye pirsgirêka navxwe hinardeyî Sûriyeyê dike”

Aliyê din ê meseleyê jî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ye.

Hevserokê Encumena Demokrat a Gelan a Rêveberiya Xweser Ferîd Etê jî li ser asayîkirina pêwendiyan axivî û wiha got:

"Ev nêzîkbûn bandorê li ser çareserkirina krîza Sûriyeyê dike.

Ji ber ku tenê di berjewendiya her du desthilatên Sûriye û Tirkiyeyê de ye.

Pirsgirêka Sûriyeyê bêyî destwerdana derekî tenê ji aliyê Sûriyeyiyan ve tê çareserkirin.

Tirkiye hewl dide pirsgirêkîn xwe yên navxweyî hinardeyî Sûriyeyê bike."

Serbarî Tirkiyeyê, welatên wekî Amerîka, Rûsya û Îran bi giranî beşdarî nav qeyrana Sûriyeyê bûne.

Berjewendî û ajandayên hêzên navneteweyî yên li nav xaka Sûriyeyê ne gelekî ji hevdu dûr in û vê yekê jî wisa kiriye ku zemîneya zêdebûna alozî û pirsgirêkan ji ya jihevnêzîkbûn û asayîbûnê bêhtir be.