CPT- Tirkiyeyê di mehekê de 381 caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amêdî Dihok Şerê PKK û Tirkiyeyê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) diyar kir ku ji ber êrişên Tirkiyeyê 9 gund hatine valakirin û 381 caran êriş hatine kirin.

Şerê PKK û leşerên Tirkiyeyê li herêma Amêdiyê ya Dihokê berdewam dike.

Berpirsê CPTyê Kameran Usman li ser bandora şer ji Rûdawê re axivî.

Kameran Usman eşkere kir ku ji 15ê Hezîranê heta 15ê Tîrmehê leşkerê Tirkiyeyê 381 caran Herêma Kurdistanê bombebaran û topbaran kiriye.

CPT bi taybet li ser êriş, topbaran û bombebaranên Îran û Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê kar dike.

Li gorî rapora  CPTyê 339 êrişên vê mehê bi balafiran, 35 bi rêya topxaneyan û 7 êriş bi rêya dronan bûye.

Kemeran Usman da zannîn ku 289 êriş li Dihokê û 48 êriş  li Hewlêrê û 43 êriş jî li nav axa Silêmaniyê hatine kirin.

Li gor raporê navçeya Şingalê ya girêdayî Nînowayê jî carekê hatiye bombebarankirin.

“184 malbat koçber bûne
Kameran Usman di berdewamiya axaftina xwe jî de behsa êrişên PKKyê jî kir û wiha got:

“PKK ne li navxwe û ne jî li derve ne rêxistineke fermî ye ji ber wê em nikarin tevgerên wê tomar bikin.

Ya ku em dikarin bi awayekî fermî tomar bikin êrişên Tirkiyeyê ne.”

Ji ber êrişên ji 15ê Hezîranê heta 15ê Tîrmehê li herêma Sîdekanê kesek birîndar bûye.

184 malbat koçber bûne. 68 hezar donim zevî şewitîne, 19 xaniyan zerer dîtiye.“

Xeta înternetê ya 110 gundan qut bûye

Li gorî gotina Kameran Usman dêra Mîskayê jî ji ber bombebaran û topberanan zerer dîtiye.

Kameran Usman eşkere kir ku xeta elekrîkê ya gundê Bergarê û Miskayê jî zerer dîtiye û wiha got:

“Ji ber hatina leşkerên Tirkiyeyê li 110 gundên Dihokê xeta înternetê qut bûye.

Bi awayekî peyama bixêrhatina Tirkiyeyê ji telefonên wan re tê.”

Li gorî CPTyê di 6 mehên dawî yên îsal de Tirkiyeyê 1076 caran êrişî Herêma Kurdistanê kiriye.

Ji sedî 93yên êrişan bi rêya balafiran bûye û êrişên din jî bi rêya dron û topxaneyan bûne.

Divê were gotin li gorî CPTyê Tirkiyeyê 1548 carî êrişî Herêma Kurdistanê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst