GEVER - Dema berxbirînê ye

(GEVER) - Li Geverê dema berxbirînê dest pê kiriye gundiyên Qedyanê li hevdû kombûne û hiriya pez û berxên xwe dibirin. 

Ajeldar û zozaniyên Bakurê Kurdistanê her sal vê demê dest bi berxbirînê dikin.

Ewên ne zozanî jî berê xwe didin zozanan û bi stran û şahiyan tevlî birîna hiriya berx û mihan dibin.

Berê qedir û qîmeta hiriyê zêde bû ji ber ku temamê nivînan ji hiriya pez dihate çêkirin.

Aniha bazar tije elyaf û sunger bûye û piraniya xelkê berê xwe nadin hiriyê.

Hinek ajeldar hiriya pezê xwe dişewitînin ji ber ku nayê firotin.

Xelk jî dibêje, bikaranîna hiriyê kar û eziyeteke zêde ye, şûştin û veçirandina wê û dagirtina doşek û lihêfan ji bo xelkekî ku şêwaza jiyana wan hatiye guherîn karekî zehmet e.

Mêrê gund ji bo birînê li hevdû kom bûne

Li gundên Geverê dema berx û pezbirînê ye. Xelkê gundê Qadyanê yê Geverê ji bo birîna hiriya pez û berxên xwe berê xwe daye zozanan.

Kar wekî pezbirîn ango berxbirinê tê bi navkirin û ji bo ajeldar û gundiyan rojeke xweş e.

Gokhan Kaplan şêniyê gundê Qadyanê li ser wê festîvalê wiha axivî:

“Hemû salan meha tîrmehê em tên û hiriya pezê xwe dibirin.

Di vê mehê de birîna pezî xweştir e. Em dibirin ji bo pez rehet biçere û baştir çêbe.”

Kutbedîn Onat xelkê gundê Qadyanê ye. Kutbedîn Onat jî wisa got:

“Em xelkê vî cihî ne. Lazim e li cihê xwe hişyar bin. Em cotkariyê biparêzin.

Ji ber ku dema cotkarî nemîne di destê me de tiştek namîne."

Li hindek deveran karê birîna pezî wekî qelexbir tê bi navkirin û amadekariyên taybet ji bo vî karî tê kirin.

xelkê gundê Qadyanê li hev civiyane û pez hatine serjêkirin.

Zilam bi qelexanê hiriya pezî dibirin jin xwarinên xweş amade dikin.

1200 pez hatin birîn

Berîvana bi navê Zinê Kaplanê jî wiha got:  

“Îro em hatine pêzî bibirin. Me heman demê ji bo mêvanên xwe xwarin amade kiriye. Hûn jî hemû mêvanên din jî bi xêr hatine. “

Gundiyekî din ê bi navê Bijar Marînusî jî li berxbiriyê amade ye û ew goşt dipêje.

Bijar xwe ji nanpêjiyê re hil kiriye û wiha diaxive:

“Îro berxbir e hemû malbat hatine eve jî goştê ser selê ye ez jî vî goştî amade dikim."

Tenê li gundê Qadyanê di rojekê de hiriya 1200 serî pez hatiye birîn.

Piştî meha nehê jî gundî dê hiriya berxan bibirin ku navê wê jî lowê ye.

“Qiymeta hiriyê nemaye”

Mendal Kaplanê ajaldar jî behsa demên berê yên bihayê hiriyê dike git, "Berê hirî gelekî bi qîmet bû lê niha bazar nexweş e.

Em hiriyê ya li van dera dihêlin hin kes jî hema dişewîtinin ji ber ku sfenc (sunger) erzantir û xelk nikare hiriyê bikire û zêdetir sûngerê dikirin.

Bi taybetî di van salên dawî de li herêma Colemêrg û Şernexê karê birîna berx û miyan wekî festivalên mezin tên lidarxistin.