Tanrikulu: Rêya ku qeyûm çêkiriye di nav salekê de têk çûye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sezgîn Tanrikulu Amed Karaz Rêyên Xerabe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgin Tanrikulu ji ber rêya xerab a navçeya Karazê ya Amedê got” Rêya qeyûm çêkiriye di nav salekê de têk çûye.”

Sezgin Tanrikulu doh li ser hesabê xwe yê Xê vîdeoyek li ser rêya navçeya Karazê ya Amedê belav kir.

Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgin Tanrikulu çû ser rêya navçeya Karazê û ji ber xirabûna rêya ku diçe navenda navçeyê rexne li berpirsên Amedê girtin.

Sezgîn Tanrikulu got got, “Rêya ku di serdema qeyûm de hatiye çêkirin di nav salekê de têk çûye.”

“Divê hesab bê pirsîn”

Tanrikulu herwiha tekez kir ku divê derbarê berpirsiyaran de lêpirsîn bê vekirin û hesab bê pirsîn.

Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgin Tanrikulu di vîdeoya xwe de wiha anî ziman:

“Em li ser rêya Karazê ne, li wî alî gundê Çakmakê heye.

Li destê çepê gundê Eyûbê heye û 2-3 kîlometreyan li vî alî jî navçeya Karazê heye.

Ev rê sala borî hatiye çêkirin, li gorî ji min re hat gotin salek jî derbas nebûye.

Ev rêya ku em tê re hatin nayê bikaranîn. Çal e û şose hemû rûxiya ye.

Ez nizanim dinyayek pere li vê derê hatiye xerckirin. Pêşkêşî mitehîdan kirine.

Tevî ku salek derbas nebûye rê têk çûye. Ez ji vê derê bangî berpirsên bajêr, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û parêzgarê Amedê dikim.

Sala borî qeyûm ev hemû kar kiribûn, eger tenê ji ber rêya vî gundî hesab bê pirsîn dê gelek tişt eşkere bibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst