Bêkarî pirsgirêkeke sereke ya ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Nebûna kar li Rojhilatê Kurdistanê yek ji pirsgirêkên sereke yên ciwanan e û di van salên dawî de ji ber pirsgirêkên aborî yên Îranê zêdetir bûye. Rêjeya herî bilind a bêkariyê bi berdewamî li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ye.
Beşeke welatiyan van pirsgirêkan wek bingehîn bi nav dikin û dibêjin, hikûmetê nekariye pereyê petrolê bîne ser sifreya xelkê û ev jî bûye sedema zêdebûna bêkariyê.
Pirsgirêka bêkariyê nebûye sedema rawestana ciwanan. Li piraniya bajaran ciwan bêyî ku bi karên bê sûd de bikevin, bi xwe karan ji xwe ava dikin û ji bo pêşdebirinê her rê û rêbazan bikar tînin.
Li gor amarên dawî yên Hikûmeta Îranê, rêjeya bêkariyê ji %8.2 e ku li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ev rêje bi berdewamî ji beşên din Îranê zêdetir e.