Bazîd: Agir bi otobuseke ku ji Îranê dihat ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîd a ser bi Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê otobuseke rêwiyan a ku ji Îranê vedigeriya ji nişka ve agir bi beşa wê ya motorê ket û di demeke kurt de mezin.

Otobusa bi reqema Îranê roja Şemiyê 15ê Temûza 2023an li navçeya Bazîdê ji ber pirsgirêkeke di motora wê de şewitî û bûyer di derdora seat 16.00an de li nêzî gundê Kanîkorkê qewimî.

Di otobusa rêwiyan a bi reqema 97 AA 629 a J.K şofêrtiya wê dikir dema ji Îranê vedigeriya û di Deriyê Sînorî yê Gurbulakê re derbas bû û di beşa motorê da şewat derket. Şofêr heta ku şewat ferq kir ji destê xwe bi sivikî birîndar bû wesayit rawestand.

Li ser agahdarkirina xelkê tîmên polîs, cendirme, tenduristiyê û agirkujiyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Hate diyarkirin ku şofêrê ku bi sivikî birîndar bû ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji bo nexweşxaneyê hate birin û rewşa wî baş e.