Li Rojavayê Kurdistanê 2 ciwan di şewatekê de canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Li baajrokê Til Koçer ê Rojavayê Kurdistanê di şewata li benzînxaneyekê de 2 kesan canê xwe ji dest dan. Her du kes ciwan in û mijûlî lehîmkirina tankereke sotemeniyê bûne ku agir bi tankerê ketiye.

Li gundekî Til Koçer agir bi banzînxaneyekê ket, du ciwan şewitîn û canê xwe ji dest dan.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, îro 16ê Temûza 2023yan dema ku li gundê Mesede yê ser bi bajarokê Til Koçerê ve 2 karkeran tankereke sotemeniyê lehîm dikirin, agir bi tankera sotemeniyê ket.

Di encama bûyerê de, her du karker şewitîn û canê xwe ji dest dan.

Navên wan herdu karkeran jî ev in: Amir Salih yê 25 salî û Samir El-Cibûrî 23 salî ye.