Banga Dayîka du zarokan bo Ciwanên Şoreşger: Rê bidin, tenê dixwazim wan bibînim

Hewlêr (Rûdaw) - Salek e ku du kesên ji malbateke Qamişloyê bi gotina wan ji aliyê “Ciwanên Şoreşger” ve hatine birin, dayîka wan bi rêya Rûdawê daxwaza alîkariyê dike û bang li Ciwanên Şoreşger dike û dibêje, ew tenê dixwaze zarokên xwe bibîne.

Her du kes xwîşk û bira ne û hêj zarok in û temenê wan di jêr 18 saliyê re ye. Keçik navê wê Berfîn e û 17 salî bû ku hatiye birin, kur jî navê wî Yûsif e û dema ew birine, 14 salî bûye.

Dayîka wan her du kesan, Leyla Mihemed di vîdyoyeke tomarkirî de ku ji Rûdawê re şandiye, behsa her du zarokên xwe dike û dibêje, berî salekê Berfîn ku temenê wê 17 sal bûn, çû Medîne El-Şebab li bajarê Qamişloyê û venegeriya mal, piştre zanîn li cem Ciwanên Şoreşger e, piştî mehekê kurê wê yê 14 salî Yûsif Enter jî birin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Leyla Mihemed got, wan serdana navendên Rêveberiya Xweser û Ciwanên Şoreşger kirine, ji wan re gotine piştî 3 mehan dema ku perwerdeyê temam bikin, dê vegerin mal, lê zarokên wê venegeriyan.

Dayîka Berfîn û Yûsif diyar kir, piştre navendên Rêveberiya Xweser gotin dê piştî salekê zarokên te vegerin mal, dîsa venegeriyan, niha zêdeyî salekê derbas bûye û hêj ew tiştekî li ser zarokên xwe nizane.

Leyla Mihemed di beşeke axaftina xwe de wiha dibêje: “Du sal e zarokên min çûne, wele kezeba min peritî. Keçka min çû, lawkê min li ser rêya Almanya bû çû, min karê lawkê xwe dikir ku ez wî derxînim Almanyayê, çu mezbeha (qurbangeha) Ciwanên Şoreşger, ew jî birin û keçik jî birin. Meha keçikê qediya, heman roja ku meha keçikê qediya, lawik çû. Hawar û hêviya min li we ye, hûn vê dengê min belav bikin, vê vîdeoya min belav bikin. Ez diya wan im, kezeba min dişewite. Ew salek e ew zarok çûne, ez nizanim sax in, mirine wele ez tiştekî li ser wan nizanim.”