Çemê Xabûrê ji ber bendavên Tirkiyê zuha dibiye

Hewlêr (Rûdaw) - Çemê Xabûrê ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, rastî zuhabûn û hişkesaliyeke dijwar bûye lê ji ber bendavên ku Tirkiyê li ser çem lêkirine ber bi miçiqînê diçe.

Zuhabûn û nebûna avê, bûne sedema pûçbûn û biyabanbûna wê navçeyê, bi awayekî ku êdî cotkar nema dikarin weke berî 15-20 salan zeviyên xwe yên çandiniyê ji Çemê Xabûr av bidin û debara jiyana xwe bikin.

Cotkarên gundê Sebii Siqûr ê ser bi Hesekê ku li orta besterobara wî çemê zuha radiwestin, sedema vê rewşê vedigerînin dewleta Tirkiyê ku av ji ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê birrîye û bendav li seranserî hêla sînorî dirust kirine.

Cotkar Xelîl Hatim got, “Av nîne, ji ber ku Tirkiyê bendav dirust kirine û av birriye. Av ji cem Tirkiyê hatiye birrîn. Çavkanî girtine û bîr kolane û li derdora çavkaniyan bendav danîne, êdî av hate birrîn. Bîrên li derdora Xabûrê jî çikiyane, ji ber ku dema Xabûr zuha bû, ew jî zuha bûn. Nema avê didin. Cotkarên vê deverê jî, rastî ziyanê hatin, têk çûn. Nîne… Av nîne.. Mirov wê kar li ser çi bike?!”

Zuhabûn û hişkesalî gihîştiye astekê ku êdî bîr, gol û bendav nema alîkariya cotkaran dikin ku zeviyên çandiniyê av bidin yan jî hêviyeke wan a jiyanê li wan navçeyan hebe, bi taybetî di van çend salên piştî krîza Sûriyê de. Weke mînak, asta ava Bendava Basil a li Hesekê bi awayekî berbiçav daketiye û ava ku heye jî, bûye kevz û gemar.

Hevdem nêçîra masiyan û torbînên elektrîkê jî rawestiyane.

Cotkar Mihemed Hemze Faris anî ziman, “Ev sê sal in, zuhabûn heye, bû sedema rawestana hemû karan. Ava embarkirî jî, ji bo xelkên din hate vekirin, ku bi yek carê av ji wan re nehatiye. Îro, em rastî ziyanê hatine, çi ziyan? Av nîne... Asta ava bîrên ku em li ser dijiyan daketiye. Ew xelkên ku jiyana wan li ser Xabûr bû, aniha di hejariyeke mezin de ne, tiştekî wan nîne. Bi yek carê av nemaye. Gol jî zuha bûye. Av nîne… Ev çend bîr li cem me hene, yên ku bîra wî heye, hinekî alîkariya wî dike, lê asta ava bîran jî daketiye. Kar tê de kir û amade kir û kola, lê ditirse ku di her kêlîkê de, raweste, em nizanin kengî ew bîr wê nema kar bike!!”

Di sala 1987an de, rêkeftinek di navbera Tirkiye û Sûriyê de, hate kirin. Li gorî wê rêkeftinê, Tirkiye bi qasî 500 metre sêgoşe di çirkeyekê de, ava Çemê Ferat ji Sûriyê re berde lê li gorî ragihandina Sûriyê û Rêveberiya Xweser jî, berdana avê kêmtir daketiye kêmtir ji 200 metre sêgoşe, di çirkeyekê de.

Hevdem, li seranserê navçeyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiyê bi dehan bendav dirust kirine ku av bi awayekî berbiçav, hatiye birrîn.