Fermandarê Şemal Demokratî: Me soz daye ku hemû navçeyên dagirkirî rizgar bikin

16-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Fermandarê Giştî yê Hêzên Şemal Demokratî Ebû Omer El-Idlibî ku hêzeke ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve ye, ragihand ku wan soz daye ku hemû navçeyên li bakurê Sûrî û Rojavayê Kurdistanê yên dagirkirî rizgar bikin û got "Armanca me rizgarkirina tevahî herêmên Sûriyê yên dagirkirî ye. Hemû planên dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî gel û xaka me dê rastî tundtirîn bersivan were."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Şemal Demokratî Ebû Omer El-Idlibî di daxuyaniyekê de ragihand ku fedekarî û karê HSDê ji bo rizgarkirina gelên cîhanê ji “sûc û terora DAIŞê” hêj berdewam e û di encamê de hemû cîhan rêz li hêzên wan girtine.

El-Idlibî got ku ev kar li gel ezmûna demokratîk a rasteqîn li Rojhilata Navîn birêve çû û hevgirtina hemû pêkhateiyan li hemberî hemû gefan nîşan da, ji ber van faktoran HSDê bû çavkaniya aramiya hemû welatiyên navçe û cîhanê.

El-Idlibî dibêje: “Ji ber vê yekê hemû aliyên xwedî bandor û rêxistinên navdewletî li hemberî terora welatê Tirkiyê nerazîbûnên xwe nîşan dan.”

El-Idlibî di berdewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku zêdebûna gefên Tirkiyê di van demên dawî de rastiya Erdogan ku avakirina herêmeke bi ewle îda dike eşkere kir, bi taybetî ji hemû cîhanê re eşkere ye ku hejmareke serkirdeyên DAIŞê bi hevkariya istixbaratî ya HSDê li herêmên Tirkiyê dagîr kirine de hatin kuştin.

Bi gotina El-Idlibî ev herêmên di bin dagîrkeriya Tirkiyê de ne ji bo serkirdeyên DAIŞê bûne stargeh.

El-Idlibî di dawiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew soza xwe ya parastina gel dubare dikin û dê hemû navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê yên dagirkirî rizgar bikin û got: “Tevahî planên dewleta Tirk a dagirker rastî bersivên tund werin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst