Li Amedê kesek di kanala avê de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Farqînê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve kesekî 26 salî ket nav kanala avê û di encam de xeniqî.

Li gor agahiyan, kesê bi navê Mehmet Ugurlu yê 26 salî li navçeya Farqînê ket kanala avê ya Gozdereyê û di nav avê de wenda bû.

Piştî agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşa Awarte (AFAD) hatine cihê bûyerê û piştî demekê termê Ugurlu ji nav avê derxistine.

Herwiha termê Ugurlu bo Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê hatiye veguhestin.