Rêjeya bêkarî û hejariyê li Rojavayê Kurdistanê zêde dibe

16-07-2021
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Rêjeya hejarî û bêkariyê zêde dibe (Grafîk: Rûdaw)
Rêjeya hejarî û bêkariyê zêde dibe (Grafîk: Rûdaw)
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Hejarî Bêkarî Zarok Netewên Yekbûyî
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Her çiqas deverên Rêveberiya Xweser li gor navçeyên din ên Sûriyê baş û aramtir jî bin, lê rêjeya bêkarî û hejariyê zêde dibe û zarok jî neçar in ku karên giran bo alîkariya malbatên xwe.

Wedha Ehmed a 14 salî jî ji ber rewşa xerab a aborî dest ji xwendina xwe berdaye û karê giran dike bo debara xwe û malbata xwe dabîn bike.

Pêwistiya ji sedî 90ê xelkê Sûriyê bi alîkariyên lezgîn heye, ev amarên Netewên Yekbûyî (NY) ne ku avahiya wê ya sereke Qamişloya li Rojavayê Kurdistanê ye, Wedha jî li avahiyeke gelekî nêzîkî navenda NYê kar dike.

Wedha Ehmed, zaroka karker, dibêje, “Ez alîkariya dayika xwe dikim, ez dayik û birayê xwe xwedî dikim. Min dev ji dibistanê berdaye ji bo wilo, her karek bê ber destê me em dikin, em deveran jî dişon.”

Saziya Kar û Karûbarên Civakî yek ji 16 saziyên destpêka damezrandina Rêveberiya Xweser e ku mijarên kar û dîtina derfetên kar li stûyî xwe digire.

Di budceya sala 2021 de ya Rêveberiya Xweser ku 2472 milyar lîreyên sûrî ne, 80 milyar lîreyên sûrî ji bo dîtina 7 hezar derfetên kar û nehiştina hejarî û bê kariyê hat veqetandin.

Lê şeş mehên destpêkê derbas bûn û heta niha li gor amarên Desteya Kar, yek kes jî nehatiye damezrandin û hejmara dîtina derfetên kar îsal heta niha sifr e.

Şeha Xelef, Cîgira Hevserokê Desteya Kar, “Sala 2020an, çar hezar derfetên kar hatin peydakirin. Sala 2021 me dixwest 7 hezar kesî bikin karmend, lê heya roja îro hîn budce li ser saziyên Rêveberiya Xweser nehatine belavkirin ji ber vê yekê damezrandin sekinî ye.”

Li Rojavayê Kurdistanê 3 cûrên karmendan hene; karmendên Rêveberiya  Xweser ku hejmara wan li Cizîrê 53 hezar in û 19 hezar daxwaznameyên kar hene.

Jibilî karmendên Rêveberiya Xweser, karmendên hikumeta Sûriyê û karmendên kerta taybet jî hene.

Herwiha 11 hezar karker li heman deverê hene ku di navbera karkerên karê berdewam, karkerên demsalî û karkerên ku di nava saziyên fermî de kar dikin dabeş dibin, lê hîn jî çîroka hejariyê dûr û dirêj e û dawî lê nehatiye û Rêveberiya Xweser jî xwedî şiyanên sînordar e.

10 sal û 4 meh di ser krîza Sûriyê re derbas dibin ku ji ber wê krîzê hejarî li Sûriyê bi giştî zêde bûye. Her çiqas navçeyên Rêveberiya Xweser li gor navçeyên din baştir û aramtir bin jî lê rêjeya bêkariyê ji %30 derbas kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst