Qedexeya girtina masiyan li Gola Wanê bi dawî bû

16-07-2021
RÛDAW
Masîgir li Gola Wanê dest bi nêçîra masiyan kirine. Wêne: AA
Masîgir li Gola Wanê dest bi nêçîra masiyan kirine. Wêne: AA
Nîşan Gola Wanê Masîgir Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qedexeya ku bi armanca parastina masiyan li Gola Wanê, ji bo 3 mehan hatibû ragihandin, bi dawî bû. Ji ber ku di van 3 mehan de masiyên Gola Wanê ber bi avên şîrîn ve koç dikin û hêkên xwe li wan deran dikin, di navbera 15ê Nîsan û 15ê Tîrmeh (Temûz) de qedexeya nêçîrê hatibû ragihandin.

Piştî bidawîbûna qedexeya nêçîrê li navçeyên Erdîş, Bêgir, Westan, Ertemêt, Îpekyolu û Tuşba yên parêzgeha Wanê û li navçeyên Xelat, Elcewaz û Tetwanê yên parêzgeha Bedlîsê, masîgiran sibê zû torên xwe avêtin Gola Wanê û dest bi girtina masiyan kirin. Masîgir ji ber bidawîbûna qedexeyê kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Necmeddin Akdeniz yek ji masîgirên herêmê dibêje, “Qedexeya 90 rojî ku çavê me lê rê bû bi dawî hat. Em bi belemên xwe çûne nav golê. Hêviyên me mezin in. Bi saya tedbîran qam û kêşa masiyan zêde bû. Hejmara masîyan jî zêde bû. Em hêviya demsalek baştir dikin.”

Cîgirê Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Wanê Abdulkerîm Yucel ji rojnemevanan re ragihand, di golê de tenê masiyên ku fêrî ava bi sodayê bûne dijîn û ev corê masiyan li cîhanê tenê di Gola Wanê de hene.

Abdulkerîm Yucel got, “Ev corê masiyan li cîhanê tenê di Gola Wanê de dijîn. Neteweyên Yekbûyî masiyên kefal wek corekî ku pêwîst e nifşê wan werin parastin qebûl dike. Piştî tedbîrên parastinê qam û kêşa masiyan zêde bû. Me îsal bi nêçîrvanên kaçax re tekoşîneke serkeftî kir. Me kontrole ke zêde kir. Di nav 90 rojên ku qedexe hebû me li 156 nêçîrvanên qaçax 380 hezar lîre ceza birî.”

Li navçeyên derdora Gola Wanê 20 hezar malbat debara xwe bi masîgiriyê dikin.

Li Gola Wanê ku salane 10 hezar ton masî tên girtin, masîvan dê heta 15ê Nîsana 2022an bênavber bikaribin nêçîrê bikin. Masiyên kefal havînan heta 25 metre kûrahî û zivistanan jî heta 60 metre kûrahiyê tên girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst