Ji bo parlamentoya Sûriyê 25 Kurd bûne namzed
Qamişlo (Rûdaw) - Biryar bû hilbijartinên parlementoya Sûriyê, ku bi Encûmena Gel tê binavkirin, roja 13ê Nîsana 2020 bihatiba lidarxistin, lê ji bo 20ê Gulana îsal hatibû paşxistin, ku di wê rojê de jî nehat sazkirin, niha biryar e 19ê vê mehê bê lidarxistin. 25 Kurdan jî bo hilbijartinên parlamentoyê xwe kirine namzed.
Hikûmeta Sûriyê ragihandiye, bi sedema rêkarên xweparastinê ji vîrusa koronayê, ew hilbijartin hatine derengxistin û roja 19 Tîrmeha 2020an bo hilbijartinan hatiye destnîşankirin.
Kampanya hilbijartinên bo parlamentoya Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê jî birêve diçe, lê bi awayekî lawaz e, û ne wêneyên berbijêran û ne siloganên wan têne dîtin.
Piraniya welatiyên Rojavayê Kurdistanş ti hêviyek ji parlamentoya Sûriyê nîne, lewma ev hilbijartin ji wan re ne girîng e, lê dîsa jî hinek welatî dibêjin, bila Kurd biçin parlamentoya Sûriyê, belkî karibin xizmeta Kurdan bikin.
Mamoste Fewaz Temo dibêje: “Gava ku hikûmet li ser xwe bû ji xelkê re tiştek nedikir, niha tenê li Şamê maye, ez nizanim dê ka niha çi bike. Qet ti hêviyên me jê nîne.
Xanenişîn Ferhed Omero jî got: “Madem mafê min ên dengdanê heye divê ez herim wî mafê xwe bikar binîm. Ez dê dengê xwe bidim wî kesê ku baş û ji bo xelkê xizmetê bike.
Bazirganê bi navê Şewket Yûsif ji diyar kir ku ew dê neçe dengê xwe bikar nehanê çimkî bi gotina wî hikûmeta Sûriyê heta niha ji bo wan tiştek nekeriye.
Ji bo hilbijartinên parlamentoya Sûriyê tenê 3 roj mane û 2100 namzed li seranserê wî welatî ji bo 250 kursiyan pêşbirkê dikin û Serokş Partiya Ciwanan Perwîn Îbrahîm yek ji 25 Kurdan e xwe ji bo parlamentoya Sûriyê kiriye namzed.
Seroka Partiya Ciwanan Perwîn Îbrahîm a xelka Qamişlo jî dibêje: “Divê weke Kurd dengê me li parlamentoyê hebe. Weke kurd daxwaz û mafên me yên destûrî hene. Li Parlamentoya Sûriyê ji 2011an ve heta niha ti kesî tiştek bo Kurdan daxwaz nekeriye.”
Lîsteya bi navê (Bereya Niştimanî) bi serkêşiya Partiya Beis a desthilatdar, 166 kandîd ji Partiya Beis û 17 kandîd ji partiyên hevpeymanên wê di wê bereyê de, li xwe digire, ango ji tevaya 250 parlemanterî, wê 187 palemanter ji pişka Beis û hevpeymanên wê bin û 63 endamên din wê serbixwe bin.
25 kandîdên Kurd, li ser asta Sûriyê beşdar dibin, ji wan li Qamişlo, Heleb û Şamê hene.