Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê zarokek di êrişa leşkerên Tirkiyê de bi giranî birîndar bû. Serokê IHD a Wanê ji Rûdawê re ragihand ku ew zarokê 15 salî li nêzikî gund li ber pez bû û di êrişê de gulleyek bi kezeba wî ketiye.
Şaxa Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ragihand ku li gundekî Çaldêranê ser bi Wanê ve li Bakurê Kurdistanê zarokekî 15 salî rastî êrişa leşkeran hat û bi giranî birîndar bû.
Li gor zanyariyên IHDê, îro Pêncşemê, 16.07.2020, demjimêr 04.30 li gundê Çiliya Jor li Çaldêrana Wanê zarokê bi navê Azad Baga ku temenê wî 15 sal e, dema ku li nêzikî gund pez diçerandin, ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve teqe lê hatiye kirin.
IHD a Wanê belav kiriye ku kesûkarên wî zarokî xwe gihandine wan û ew zanyariyên derbarê çawaniya bûyerê û êrişa leşkeran dayine wan.
Murat Melet, Serokê Şaxa Wanê ya IHDê derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand ku li gor zanyariyên ku malbatê dane wan, “ew zarokê 15 salî dema li ber pezê mamê xwe bû ji aliyê leşkerên ku li deverê derketibûn operasyonê rastî êrişê hatiye.”
Serokê IHD a Wanê diyar kir, “Di encama wê êrişa leşkeran de gulleyek bi kezeba Azad Baga ketiye û bi giranî birîndar bûye.”
Her li gor zanyariyên ku IHD a Wanê dane Rûdawê, ew zarokê 15 salî niha li Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê di bin çavdêriya hûr de ye û rewşa wî giran e.
15 YAŞINDA BİR GENÇ DAHA GÜVENLİK GÜÇLERİNİN HEDEFİ OLDU!!!!
— İHD Van Şubesi (@ihdvan) July 16, 2020
Van'ın Çaldıran ilçesine bağlı Yukarı Çilli (çiliya jor) köyünde koyunlarını otlatmakta olan 15 yaşındaki Azat Bağa isimli çoçuk sabah saat 04:30 sualrında güvenlik güçleri tarafında vuruldu.+++ pic.twitter.com/7NEdW5G9V2
Ev di demekê de ye, meha Hezîrana îsal jî li gundê Kaşkol ê ser bi Elbaka Wanê ve, ciwanekî bi navê Emrah Gorur ku li gel hevalê xwe 400 metre dûrî mala xwe bû, rastî êrişa leşkerên Tirkiyê hatibû û di encamê de wî ciwanê 23 salî canê xwe ji dest dabû û hevalê wî yê bi navê Saîm Yilmaz jî bi giranî birîndar bûbû.
Malbata Emrah Gorur jî serî li IHD a Wanê dabû û derbarê bûyerê de gilî li dijî leşkeran tomar kiribû.


