ŞINGAL - Dibistana gundê Koço dibe muzexane

Duhok (Rûdaw) – Çend kesayet û çalakvanên Kurdên Êzdî bi hikûmeta Iraqê re axivîn daku dibistana gundê Koço yê ser bi navçeya Şingalê bikin muzexaneya wê karesata ku DAIŞê bi ser Kurdên Êzdî de anî. Hikûmeta Iraqê jî rizamendî nîşan daye û hinek pere ji bo çêkirina muzexaneyê terxan kiriye. Lêkolînerekî dosyeya Kurdên Êzdî dibêje ku bi çend hunermendên bajarê Duhok û Hewlêrê re axiviye daku peykereke ku jenosîda Kurdên Êzdî dide nîşandan çêbikin û deynin nav wê dibistanê.

 

Dema di Tebaxa 2014an de DAIŞê êrişî Kurdên Êzdî kiribû, herî zêde gundê Koço qurbanî dabû. DAIŞê di êrişa xwe ya ser Şingal û derdora wê de zêdetirî 6500 Kurdên Êzdî revandin ku piraniya wan xelkê gundê Koço bûn.

 

DAIŞê piştî ku derdora gund dorpêç kir, 1202 niştecihên wî gundî di nav dibistanê de civand, piştre jin û zarokên wan ji zilaman cuda kirin, zilam kuştin û jin û keçên wan jî birin bazara kolekirinê.

 

Mehek berî niha hinek kesayetên Kurdên Êzdî bi nivîsekê ji hikûmeta Bexdayê daxwaz kirin ku dibistana gundê Koço bikin muzexaneya jenosîda Kurdên Êzdî, çend rojên borî hikûmeta Iraqê rizamendî nîşan da û niha amadekariya çêkirina muzexaneyê dest pê kiriye.

 

Dawid Murad Xetarî ku li ser dosyeya Kurdên Êzdî lêkolînan dike, ji Rûdawê re ragihand: “Hikûmeta Iraqê razî bûye ku dibistana gundê Koço bikin muzexane, hinek pere jî terxan kiriye ji bo çêkirina holekê di nav dibistanê de ji bo pêşwaziya mêvanên ku dê serdana muzexaneyê bikin, ji bilî wê monomêtek dê di nav hewşa dibistanê de were çêkirin.”

 

Dawid Murad ku rojên destpêka karesata Şingalê dest bi lêkolîn û lidûvçûnên dosyeya Kurdên Êzdî kiriye dibêje: “Piştî ku gundê Koço ji destê DAIŞê hat rizgarkirin, dibistana Koço weke sembolek ji bo qurbaniyên wê karesatê hat temaşekirin, piştî hefteyek Nadya Murad ku xelkê Koço ye û niha Balyoza Niyetpakî ye li Neteweyên Yekbûyî, vegeriyabû gundê xwe û serdana dibistanê kiribû. Piştre xizmên kesên ku bûne qurbanî, dema serdana gundê Koço dikirin, serdana dibistanê jî dikirin û wêneyên qurbaniyên xwe li ser dîwara dibistanê dadiliqandin. Berî demek çend kesayetên Kurdên Êzdî projeya muzexaneyê pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirin û hikûmetê jî razî bû.”

 

Murad eşkere kir ku li gel çend hunermendên Hewlêr û Duhokê axiviye ji bo çêkirina monomêtek di nav hewşa dibistana Koço de.

 

Gundê Koço li ku ye û çi bi ser de hat?

 

Gundê Koço 22 kîlometre li başûrê Şingalê ye û gundê herî dûr ê ji navenda Şingalê yê Kurdên Êzdî ye. Di êrişa DAIŞê ya ser Şingalê de 1202 kesên xelkê gundê Koço hatin revandin, 395 kes ji aliyê DAIŞê ve hatin gullebarankirin û ew niha di 22 gorên komî de ne. Li gor amaran heta niha 600 niştecihên wî gundî winda ne.

 

Îdrîs Koço ku li gel 30 kesên xizm û nêzên xwe ve ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin ji Rûdawê re ragihand: “Ti car êş û jana nav dibistanê ji bîra min naçe, wan em hemû di nav dibistanê de kom kirin, piştre ez li gel 45 kesan birim ji bo gullebarankirinê, şansê min hebû di dema gullebaranê de ez birîndar bûm û piştre min karî xwe rizgar bikim.”

 

Ji malbateke 13 kesan, tenê Îdrîs Rizgar bûye. Îdrîs li ser biryara hikûmeta Iraqê ya derbarê dibistana gund de dibêje: “Tiştekî baş e ku dibistana Koço bibe muzexane, çimku ev der sembola wê karesatê ye ku bi ser Kurdên Êzdî de hatiye.”