Ferhad Pîrbal dişînin derveyî welat

16-07-2018
RÛDAW
Nîşan Ferhad Pîrbal Tedawî Urdin Tendirustî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Birayê nivîskar Dr. Ferhad Pîrbal, Ziyad Pîrbal eşkere kir ku di demeke nêz de dê Ferhad Pîrbal ji bo tedawiyê bibin Urdinê. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî lêçûnên tedawiyê digre ser xwe.

 

Ferhad Pîrbal ku bi êrişkirina ser endamekî Parlementoya Kurdistanê û bi gotina peyvên xirab tê tohmetbarkirin, bû çar meh ji aliyê polîsê Hewlêrê ve hatiye desteserkirin, tê gotin ku rewşa derûniya Ferhad Pîrbal nebaş e û ji bo tedawiyê wî dişînin derveyî welat.

 

Ziyad Pîrbal ku birayê nivîskar Ferhad Pîrbal e, li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand: “Çend roj berê ji Encûmena Wezîran li min geriyan û gotin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî ferman kiriye ku birayê min Ferhad Pîrbal bişînin Urdinê.”

 

Herwiha diyar kirine ku lêçûnên tedawiyê jî dê li ser stûyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bibe û piştî ku dermankirina wî bi dawî bibe, dê vegere Kurdistanê.

 

Li ser tendirustiya Ferhad Pîrbal jî, birayê wî Ziyad Pîrbal wan îdiayan red dike û dibêje: “Ferhad Pîrbal ji aliyê derûnî ve westiyabû, her dem peywendiya me pê re heye, niha tendirustî û rewşa wî gelek baş e, dikarim bibêjim %90 ber bi başbûnê ve çûye, lê belê ji ber ku amûr û tedawiyên ku ji bo birayê min pêwîst in li Herêma Kurdistanê tine ne, diviyabû bibin derve.”

 

Ziyad Pîrbal diyar kir, beriya ku Ferhad Pîrbal ji bo tedawiyê bişînin Urdinê, çend roj li cem xizmên xwe dimîne û got: “Ji me re soz  hatibû dayîn, beriya ku ji bo tedawiyê biçe derve, çend roj dê li mala xwişka min bimîne û bêhna xwe vede, piştre dê ber bi Urdinê were şandin, dibe ku çend meh li wir bimîne.”

 

Rêveberê Polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq Telet ragihand ku haya wan ji şandina Ferhad Pîrbal bo derveyî welat tine ye û ev mijar bi wan ve girêdayî jî nîne. Ebdulxaliq Telet got: “Qasî ku ez agahdar im, niha tendirustiya Ferhad Pîrbal gelek baş e, lê li gor zanyariyên min navenda ku ji bo tedawiya Ferhad Pîral pêwîst e, li Hewlêrê tine ye û divê li derve were tedawîkirin.”

 

Roja 11-03-2018an nivîskar, lêkolîner û mamosteyê zanîngehê Ferhad Pîrbal hat desteserkirin, ev jî ji ber wê yekê bû ku vîdeoyeke Ferhad Pîrbal li ser medyaya civakî hatibû belavkirin ku Pîrbal têde gotinên xirab li parlementera Tirkmen a li Parlementoya Kurdistanê Muna Qehwecî dikir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst