Encûmena Sûriyeya Demokratîk sêyemîn kongreya xwe saz dike

16-07-2018
HUSÊN OMAR
Encûmena Sûriyeya Demokratîk
Encûmena Sûriyeya Demokratîk
Nîşan Encûmena Sûriyeya Demokratîk Rojava Kongre
A+ A-

Tebqa (Rûdaw) –  Encûmena Sûriyeya Demokratîk îro Duşemê, 16ê Tîrmeha 2018, sêyemîn kongreya xwe li Tebqaya Reqayê lidar dixe.

 

Li gorî çavkaniyên nêzîkî Encûmenê, di kongreyê de dê biryarên girîng bêne dayîn, yek ji wan biryaran jî ewe ku Rojavayê Kurdistanê û hinek navçeyên Ereban jî bikin yek herêma federalî û di bin desthilata yek hikûmeta federalî de were birêvebirin.

 

Kongreyê demjimêr 9ê sibehê dest bi karûbarên xwe kir. Kongre dê li jêr dirûşma, “Ber bi çareseriyeke siyasî û avakirina Sûriyeyeke nenavendkirî û demokratîk”, bê lidarxistin.

 

Li gorî diruşma kongreyê, Encûmena Sûriyeya Demokratîk behsa sîstema federal nake, di demekê de ku aliyên Encûmenê Federalîzma bakurê Sûriyeyê di eylûla sala 2017an de ragihandibûn.

 

Li gorî çavkaniyên nêzîkî Enûmenê, di sêyemîn kongreya Encûmena Sûriyeya Demokratîk de, dê hin biryarên girîng bên dayin, dibe ku yek ji wan damezirandina hikûmeta bakurê Sûriyeyê be.

 

Li gorî heman çavkaniyan, biryar e ku belgenameyeke siyasî di kongireyê de bê pejirand ku tê de nêrîna Encûmenê derbarê siberoja Sûriyê de bê zelalkirin.

 

Sêyemîn kongreya Encûmena Sûriyeya Demokratîk di demekê de ye ku serkirdeyên aliyê sereke di encûmenê de amadekariya xwe ji bo danûstandina bêmerc li gel hikûmeta Sûriyeyê nîşan didin.

 

Herwiha medyaya nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê aşkere dike ku hin hevtêgihiştin di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de hatine kirin.

 

Heman medya idîa dike ku li gorî wan hevtêgihiştina dê hêz û dezgehên hikûmeta Sûriyê vegerin deverên ku niha li jêr destê Rêveberiya Xweser in.

 

Encûmena Sûriyeya Demokratîk di dawiya sala 2015an de hate damezirandin. Ji bilî aliyên Kurd ên nêzîkî Rêveberiya Xweser, hin aliyên siyasî ji her du pêkhateyên Ereb û Siryan jî cihê xwe di nav Encûmenê de digirin.

 

Her wiha Encûmen xwe wekî sêwana siyasî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD dide nasîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst