Projeya HOPES bawername li ser xwandekarên Rojavayê Kurdistanê belav kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Projeya HOPES ku projeyeke 12 milyon euro ye û ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve piştevaniya wê tê kirin, bawername li ser xwendekarên penaber belav kirin, ku ji sedî 70ê wan kesan li zanîngehên hikûmî hatine wergirtin.

 

Projeya HOPES heta niha derfetên xwendina bilind ji bo 89 penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dimînin peyda kiriye.

 

Cîgirê Rêveberê Projeya HOPES, Ebdilnasir Hendawî derbarê çalakiya îro de ji Rûdawê re ragihand: ''Sebaret bi Herêma Kurdistanê, me 89 xwendekar hilbijartine ku niha li zankoyên Herêma Kurdistanê û di warên cuda de dixwînin, herwiha xwendekarên qonaxa master û bekaloriyos û dîplomayê hene.''

 

Bawernameyên projeya HOPES li ser xwendekarên penaber hatin belavkirin ku ji sedî 70 ji wan li zankoyên hikûmî hatine wergirtin û yên din di zankoyên taybet de dixwînin. Herwiha 48 ji xwendekarên ku mifa ji projeyê dîtine, jin in.

 

Xwendekara bi navê Mîdya Salih li ser projeyê ji Rûdawê re axivî û got: ''Em dixwazin ku derfetên wergirtinê bêhtir bikin ji ber ku gelek xwendevanên me hene ji xwendinê dûr ketine û em vê alîkariyê berçav digirin, lewma em hewl didin pileyên yekem li Zankoya Selahedînê bi dest bixin.''

 

Şêrîn Îsa xwendekareka din e, ku mifa ji projeya HOPES wergirtiye, ew dibêje: ''Ez li Zankoya Geşepêdana Mirovî li Silêmaniyê dixwînim. Ez  xwendekara beşa Zimanê Erebî me û ez ji kesên yekem im di beşa xwe de, derfeta HOPES gelek alîkarî bi xwendekaran re kiriye, ji ber ku rewşa wan a aborî xirab e.''

 

HOPES hevahengiyê ligel Wezareta Xwendina Bilind ya Herêma Kurdistanê dike ku bi tenê sala derbasbûyî 300 xwendekarên Rojavayê Kurdistanê li zankoyên Herêma Kurdistanê hatine wergirtin.

 

Wezîrê Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê, Yûsif Goran ku di merasîma îro de amade bibû, ji Rûdawê re got: ''Em hewl didin vê projeyê berfirehtir bikin û em hêsankariyê di wergirtina xwendekarên penaber de jî dikin, bi tenê sala derbasbûyî me 300 xwendekarên penaber wergirt û salên bê em ê hewl bidin hezarî derbas bikin.''

 

Projeya HOPES ku ji sala 2016an ve dest bi kar kiriye, heta niha 459 derfetên xwendina bilind ji penaberên Sûriyê re yên ku li her yek ji Tirikyê, Libnan, Urdin, Misr û Herêma Kurdistanê dimînin, peyda kiriye.