Wezareta Veguhestin û Gihandinê: Torên civakî vedibin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ew li bendê ne îro yan sibe, torên civakî li Iraq û Herêma Kurdistanê bikevine kar û dibêje ku, li Kurdistanê ti hêleke Internêt ne rawesta ye û hinek ji kompaniyan bixwe pirisgirêk hene .

 

Berdevkê Wezareta Veguhestin û Gihandinê li Herêma Kurdistanê Omêd Mihemed Salih diyar kir ku ew pêşbînî dike îro hemû torên civakî li Iraq û Herêma Kurdistanê bikevine kar.

 

Derbarê ragirtina hêla internêtê li herêma Kurdistanê de jî Omêd Mihemed ragihand ku, li Herêma Kurdistanê ti hêleke înternêtê li ser daxwaza me ne rawesta ye, lê dibe ku hinek ji kompaniyan di nava xwe de pirisgrêk hebe.

 

Girtina xeta înternêtê li Iraqê peywendî bi wan xwepêşandanan heye ku ji bo dabînkirina xizmetgûzariyan destpêkirine, û li Herêma Kurdistanê jî 66 kompanî di warê înternêtê de hene.