Li Deriyê Xabûrê hatin û çûn sekinî

Navenda Nûçeyan –  Ji ber pirsgirêka di sîstema kontrolkirina pasaportan de, li aliyê deriyê Xabûr a di navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê de, hatin û çûn hatine sekinandin.

 

Demjimêr 03.00ê îro danê sibê ve, ji ber pirsgirêkeke teknîkî di sîstema pasaportan de, li Deriyê Îbrahîm Xelîl û Xabûrê, hatin û çûnên di navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê de sekinîn.

 

Ji ber vê pirsgirêkê li herdu aliyên deriyên sînor rêza otomobîl û mirovan çêbû.

 

Heta niha jî berpirsan negotine ka dê ev pirsgirêk kengî were çareserkirin.

 

Hemwelatiyên ku li ber germê di derî de sekinîne dixwazin demildest ev pirsgirêk were çareserkirin.