Asayişa Efrînê seredanan li Ebdurehman Apo qedexe dike

16-07-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Efrîn Asayişa Efrînê PDK-S ENKS Ebdurehman Apo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Jêdereke nêzîkî malbata Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S û serkirdeyê ENKSê Ebdurehman Apo, ji Rûdawê re ragihand, ku hevjîna wî serdana Asayişa Efrînê kiriye, da ku li rewşa wî bipirse, lê belê asayişê jê re gotiye, Apo ne li cem me ye.

 

Li gor heman çavkaniyê, Asayişa Efrînê di destpêkê de ji hevjîna Abdurehman Apo re ku niha ji aliyê Rêveberiya Xweser a Efrînê ve girtî ye, gotiye, ku Apo li cem wan e, piştre jî gotine haya wan ji wî tine ye, dibe ku ew li bargeha sereke ya zîndanan be.

 

Çavkaniyê navborî ji Rûdawê re diyar kir, ku hevjîna wî berpirsê PDK-Sê çûye beşa Rêveberiya Zîndanan, lê belê qedexe kirine ku ew hev bibînin.

 

Li gorî zanyariyan, berpirsên Rêveberiya Zîndanan li Efrînê ji hevjîna Ebdurehman Apo re gotine, ku ew niha di bin lêpirsînê de ye û kesek nikare wî bibîne.

 

Heman jêderê tekez kir, ku asayişê dest daniye ser hemû telefon, kompiyoter û telefona hevjîna Apo û gelek tiştên din,

 

Bi gotina çavkaniyê ji Efrînê ve herwiha Asayişa Rêveberiya Xweser dest danîne ser hesabên Abdurehman Apo yên di torên weke Facebook, Viber, Whatsappê û wan hesaban bi kar tîne û bi aktîvhîştina hesabên wî dixwaze hemû pêwendiyên wî yên siyasî û civakî bi dest xwe ve bîne û li dijî wî bi kar bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst