FARQÎN – Qedexe rabû

Amed (Rûdaw) – Li 16 gundên navçeya Farqînê ya Amedê îro piştî nîvro seet 14.30ê pêve qedexeya derketina kolanan hate rakirin.

 

Walitiya Amedê ragihand: Li gundên Ormandişi, Babakaya, Çatak, Kayadere, Gurpinar, Arikoy, Taşpinar, Çigdemli, Demirkuyu, Kazandagî, Bahçe, Eskiocak, Çatakkoprû, Duzalan, Adak ve Uçkardeş operasyon tên lidarxistin.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin qedexeya  ku ji 14ê Hezîranê ve hatiye ragihandin, ji roja 16ê Tîrmehê seet 14:30ê pê ve hatiye rakirin.

 

Hatibû eşkerekirin ku dê qedexeya li navçeya Nîsêbînê ya Mêrdînê jî ji roja 19ê Tîrmehê ve bê rakirin.

 

Qedexeya li navenda Şirnexê berdewam dike.