Hesekê – Santrala elektrîkê ket destê YPGê

 

Hesekê (Rûdaw) – Şervanên YPGê santrala elektrîkê ya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji destê DAIŞê derxistin.

Şeva borî li bajarê Hesekê şerekî giran di navbera şervanên YPGê û DAIŞê de derket.

Li gorî agahiyan, şervanên YPGê di operasyonekê de karîn santrala elektrîkê ya Hesekê, ku li ser rêya bajarê Dêrezorê yê Sûriyê ye, ji destê DAIŞê derxînin.

Piştî wê operasyonê çekdarên DAIŞê xwestin otomobîleke bombekirî di nav şervanên YPGê de biteqînin lê beriya ku otomobîl bigihê nav şervanan, hat teqandin.

Ji aliyekî din, çekdarên DAIŞê bi otomobîleke bombekirî êrişî avahiya sotemeniya Hesekê ku wek “Sadkop” tê nasîn, kirin û di encamê de komek leşkerên sûrî hatin kuştin.