Heta pirsa kurd li Sûriyê neyê çareserkirin şoreş bi pêş nakeve

16-07-2013
DİLXWAZ BEHLEWÎ
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê nû yê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê, Ehmed Asî Cerba, ji Rûdawê re diyar kir: “Heta pirsa kurd li Sûriyê çareser nebe, şoreşa Sûriyê pêş nakeve.” Ehmed Asî Cerba got jî ku ew di demeke nêzîk de serdana Hewlêrê dike û ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dicive. 

Asî Cerba roja 06.07.2013ê di civîna opozisyona sûrî de, ku li Stembolê hat sazkirin, wek serokê Hevpeymaniya Niştimanî hat hilbijatrin. Cerba di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de, piştî hilbijartina xwe, got: “Pirsa kurd li Sûriyê yek ji pirsên sereke ye û heta pirsa kurd çareser nebe, şoreşa Sûriyê pêş nakeve.”

Cerba ajendaya xwe eşkere kir û got: “Di nava meha bê de ez ligel Desteya Bilind a Kurdî (DBK) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dicivim. Ez ji sedî sed piştrast im ku emê piştî wan civînan derbasî qonaxeke nû bibin.” Wî herwiha eşkere kir ku ew li paytexta Misrê Qahîre ligel opozisyona kurdî dicive û “emê hewl bidin wan tevlî opozisyona Sûriyê bikin.”

Cerba got ewê serdana Hewlêr û kampa penaberên ji Rojavayê Kurdistanê Kampa Domîz jî bike: “Li Hewlêrê bi birayê xwe Mesûd Barzanî re dicivim, da ku têbîniyên wî li ser rewşa Sûriyê bibînim, ji ber ku rola wî li deverê roleke niştimanî ye.”

Navborî, ku wek dostê gelê kurd tê naskirin, pesnê Kurdan dide û dibêje: “Em û gelê kurd bira ne. Bi hev re di serdema Osmanî û dagîrkeriya Frensayê de me xebateke hevbeş li dijî dijminan meşand û dîroka me yek e.” Ehmed Asî Cerba di heman demê de rola Kurdan wek roleke dîrokî û welatî binavkir û doz li opozisyona kurdî kir ku tevlî opozisyona sûrî bibe û roleke erênî di têkbirina rêjîma Beşar Esed de bilîze.

Ehmed Asî Cerba

- Sala 1969ê li gundê Tel Xezal ê girêdayî Qamişloyê ji dayik bû.

- Yek ji şêxên eşîra Şemmer ya erebî ye.

- Xwendina xwe ya destpêkê û navendî li Qamişloyê xelas kiriye.

- Kolêja maf li zanîngeha Beyrûtê li Libnanê xilas kiriye.

- Sala 1996ê ji bo dema du salan ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatiye girtin.

- Beriya destpêkirina şoreşa Sûriyê careke din hat girtin. 

- Roja 06.07.2013ê li Stembolê wek serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê hat hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst