Li Amedê pevçûn: Kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Licê ya Amedê du malbat pev çûn û di encamê de kesek hat kuştin û du kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Licê îro di navbera du malbatan de ji ber sedemeke hîn jî nayê zanîn nîqaş derket.

Nîqaş piştî demekî mezin bû û guherî pevçûna bi çek û çovan.

Di pevçûnê de 3 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina xelkê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Lîceyê.

A.Ç tevî midaxeleyan bi birîna xwe ya dijwar canê xwe ji dest da.