HSD û Koalîsyonê tetbîqateke hevpar kir

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) li Hesekê tetbîqateke hevpar a leşkerî kir.

Hat ragihandin ku tetbîqat li baregeha Qesrikê ya li bakurê parêzgeha Hesekê ya Cizîra Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.

Di tetbîqatê de çek, teqemenî û helîkopter hatine bikaranîn.

Li gorî ragihandina HSDyê, armanca vê tebîqatê ew e ku hêzên leşkerî ji bo rewşên awarte amade bin.