Li Dîlokê kesekî 5 kes kuştin û paşê jî xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, kesekî bi navê Mustafa Hidir piştî 5 kes kuştin, dawî li jiyana xwe jî anî.

Şeva borî li navçeya Şahinbeyê ya Dîlokê, Mustafa Hidir destpêkê li porbirekê ji ber sedemeke nehatiye zanîn kesek bi çekê kuşt.

Heman kes piştre li taxeke din ket malekê û li wê derê jî 4 kesên din kuştin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.

Mustafa Hidir bêrî ku bê girtin xwe jî kuşt.

Tîmên tenduristiyê piştî lêkolîna destpêkê her 5 term veguhasitin Saziya Edlî ya Bijîşkî.

Derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.