Rêveberiya Xweser dê 2 hezar DAIŞiyên biyanî dadgeh bike

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku tevî kêmbûna hevkarî û hevahengiya ji aliyê civaka navdewletî, ew dest bi dadgehkiirna beşekî ji wan DAIŞiyên biyanî dikin, ku berê ew girtibûn.

Roja Pêncşemê 15ê Hezîrana 2023an, Hevserokê Daîreya peywendiyên derve ya Rêveberiya Xweser li bakurê rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd ragihand “Tedbîrên dadwerî bo dadgehkirina nêzîkî 2 hezar çekdarên biyanî yên DAIŞê destpê dikin.”

Bedran Çiya Kurd dibêje “Ev nêzîka pênc salan dibe ew çekdarên DAIŞê girtîne û em ji niha û bi şûnde nikarin wan DAIŞiyan bê dadgehkirin bihêlin.”

Herwiha li ser çawa ku dê DAIŞî bêne dadgehkirin jî Bedran Çiya Kurd wiha eşkere kir “Dadgehkirina wan çekdaran bi eşkerayî birêve biçe, çavdêr, pispor û parêzer dikarin di dadgehkirina wan de beşdar bibin, dadgehkirin zêde zelal tê kirin.”

Bedran Çiya Kurd daxwaz ji vivaka navdewletî û rêxistinên mirovî kir, hevahengiyê li gel wan Rêveberiya Xweser bikin û belgeyan bo wan pêşkêş bikin.

Derbarê cezakirina wan çekdaran de Bedran Çiya Kurd wiha got “Ti kes cezaya kuştinê bi ser de nayê sepandin, ew kesê ku li ser sax bibe ku tawanbar e, cezaya wî tenê zindanîkirin dibe.”