Li Sêwazê 10 bendav %100 tijî bûn

16-06-2023
Mihemed Emin Demir
Nîşan Sêwaz Bendav Tijîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, ku navendeke çandiniyê ye piştî baranên biharê asta ava bendavan bilind bû û 10 bendav %100 tijî bûn.

Li Bakurê Kurdistanê piştî barana zêde ya çend mehên dawî asta çem û bendavan bilind bû û hinek bendav %100 tijî bûn. Li Sêwazê jî ji 19 bendavan 10 bendav bi temamî tijî bûn.

Li gor pîvanên ku di navbera 7ê Hezîran 2022ê û 7ê Hezîrana 2023ê hatine kirin, asta ava bendavên li Sêwazê ji %70yî bo %88an bilind bûye.

Rêveberê Herêma 19emîn a Karên Avê yê Dewletê Zafer Aslan dibêje “Niha rêjeya asta bendavên me gihiştiye %88an. 10 bendavên me bi temamî tijî bûne. Li navçeya Bilekanê li Çemê Kelkitê 3 bendavên me yên enerjiyê bi temamî tijî bûne û niha deriyên wan vekirîne. Ji bendavên Kiliçkaya, Çamligoze û Golavayê bo çem av tê berdan. Bendavên din jî li gor sala par gelek baş in. Sala par 13ê Hezîranê rêjeya tijîbûna bendavên me bi giştî %70ê bû lê niha gihiştiye %88an. Baran jî heta niha berdewam e û dê di rojên pêş de ev rêje bilindtir bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst