Serokê PAKê pîrozbahî li Sekreterê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk bi boneya wî weke hilbijartina Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) pîrozbahî li Mihemed Îsmaîl kir.

Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) di rojên 10 û 11ê vê mehê de kongreya xwe ya 12emîn li Hewlêrê li darxist, ji bile hilbijartina 29 kes ji bo komîteya navendî, Mihemed Îsmaîl jî weke sekreterê giştî yê wê partiya hat hilbijartin.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk peyamake pîrozbahiyê ji Sekreterê Giştî yê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl re şand.

Ozçelîk di peyama xwe de dibêje: “Em bi dilxweşî pê agahdarbûn ku PDK-Sê bi awayekî serkeftî 12emîn kongreya xwe li dar xistiye û di kongreyê de Komîteye Navendî ya nû ya PDK-Sê hatiye hilbijartin. Herwiha di civîna Komîteye Navendî da cenabê we wek Sekreterê Giştî yê PDK-Sê hatiye hilbijartin.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû endam û alîgirên PAKê cenabê we û endamên Polîtburo û Komîteya Navendî ya nû pîroz dikim.”

Di peyama xwe de Ozçelik herwiha dibêje: “Em di têkoşîn û xebata we ya ji bo azadiyê û ji bo bidestxistina mafên neteweyî û niştimanî yê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê de serkeftinê ji we re dixwazin.”