Hejmareke zêde ya endamên PDK-Sê dest ji partiya xwe kişandin

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya navçeyî ya Girê Spî, Reqa û desteyên ser bi wan ve, 140 kes ji encûmena şaxî ya Kesnezanê, hejmarek endamên encûmenên navçeyî yên Reqa û Girê Spî, destjikarberdana xwe ji PDK-Sê ragihandin.

Di daxuyaniyekê de li ser tora civakî ku endamê komîteya navçeyî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) li Girê Spî, Reqa û destyên ser bi wan ve ku hejmara wan 11 kes in, destjikarberdana xwe ji partiyê ragihandin û dibêjin ku ew nikarin serederiyê bi serkirdayetiya nû ya ne hilbijartî re bikin.

Endamê ku ew daxuyaniya îmze kirine ev in; Ehmed Namî Cûma, Ehmed Ebû Zir, Enwer Muslim, Mihemed Emîn Xelîl, Mistefa Eyûb, Ebdulrehman Mihemed, Ehmed Xelîl, Ehmed Omer, Salih Şêxo, Nûh Hisên û Farûq el-Osman.

Li Hewlêrê jî hejmarek endamên desteya şaxî ya Kesnezanê destjikarkişandina xwe ji PDK-Sê bi rêya daxuyaniyekê li ser Facebookê ragihandin ku 140 kes in.

Her wiha hejmarek endamên Encûmena navçeya Riha ya Bakurê Kurdistanê ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) bi heman awayî, destjikarkişandina xwe ragihandin.

Endamên ku li Riha dest ji kar kişadin jî ev in; Şêx Nebî Fadil, Necah Efendî, Îsmaîl Şahîn, Izzet Fahî, Hesen Etî, Ehmed Kumrî, Ebdulbarî Ebdulrehman, Ebdulhenan Îmam.

Her wiha endamê berê yê polîtburoyê û endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Ferhad Şahîn Enwer dest ji partiya xwe kişand.

Ferhad Şahîn ê ku xelkê Kobaniyê ye, li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsand, ji ber ku ew nikare êdî di nava PDK-Sê de kar bike dest ji partiyê dikişîne.

Endamê Desteya Şêwirmendî ya PDK-Sê jî Mihemed Şêx Nebî destjikarberdana xwe ji PDK-Sê ragihand û dibêje, ew nikare bi serkirdayetiyekê re kar bike ku di kongreyê de nehatiye hilbijartin.

Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) di rojên 10 û 11ê vê mehê de kongreya xwe ya 12emîn li Hewlêrê li darxist, ji bilî hilbijartina 29 kes ji bo komîteya navendî, Mihemed Îsmaîl jî weke sekreterê wê partiya hat hilbijartin.