Du birayên Kurd piştî 14 meh xwedîkirina gur dîsa berdan xwezayê

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rêveberiya Serbixwe ya Soranê, du birayan, gurê ku li herêma Bradostê dîtibûn û ev 14 meh bûn xwedî dikirin, dîsa berdan xwezayê.

Du biryan li Çiyayê Goşîna Bradostê gurekî 15 rojî dîtin. Herdu birayan gurê ku biribûn malê navê wî kirin Roksîn. Ciwanên ku xwe ji bo zewacê amade dikin, niha dixwazin gur vegera cihê xwe yê xwezayî.

Yek ji wan birayan Îbrahîm Mutalib ji Rûdawê re axivî û got, “Destpêkê me ew bi xwarinên wek şîr û kekê mezin kir, lê niha piştî ku diranên wî derket ew êdî dikare goşt jî bixwe. Ti carî zirar nedaye cîranên me an jî kesek din.”.

Li aliyê din Siyabend Mutalib jî, diyar kir ku ji bo Roksîn bikirin gelek kesean pereyeke zêde  ji wan re pêşniyar kirine, lê wan ew yek qebûl nekiriye û got, "Me biryar da ku em wî dîsa berdin xwezaya cihê ku me ew lê dîtibû."

Her du birayan li ber kamerayên Rûdawê, Roksîn li Çiyayê Goşîna dîsa berdan. Gur ku bi qasî saetekê li dora xwediyên xwe geriyabû, piştre ber bi cihê xwe yê resen xwezayê ve çû.