3D - Çima Til Rifet grîng e û çi stratejiya xwe heye?

16-06-2022
Dilbixwîn Dara
Dilbixwîn Dara @dilbixwindara
Til Rifeet, cihekî stratejîk e. 20 kîlometreyan dûrî Efrînê ye, li başûrê Ezazê ye
Til Rifeet, cihekî stratejîk e. 20 kîlometreyan dûrî Efrînê ye, li başûrê Ezazê ye
Nîşan Til Rifet Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Rûsya Sûriye Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Niyeta Tirkiyê heye dîsa êrîş bike û hinek navçeyên din ji bin destê Rêveberiya Xweser derxîne. Erdogan dibêje ew dê Til Rifet û Minbicê bibin û piştre jî ew dê berê xwe bidin hinek cihên din.

Til Rifeet, cihekî stratejîk e. 20 kîlometreyan dûrî Efrînê ye, li başûrê Ezazê ye, ku di bin destê Tiriyê û grûpên çekdar de ne, 35 kîlometran dûrî bajarê Helebê ye, li ser riya Navdewletî M-5, bajarê Helebê bi Dîlokê ve girêdide, ew navendeke grîng ya herêma Şeheba.

Li gorî amarên sala 2013yan, hejmara nifûsa wî bajarî nêzîkî 86 hezar kes bû, lê ji ber topbaran û bombebaranan, derdora 21 hezar kes mane, ji wan 16 hezar koçberên Efrînê ne û jiyana wan di xeterê de ye.

Li nêzîkî Til Rifet, derdora 17,000 koçberên Efrînê li 6 kampan dijîn. Bêhtirî 140 hezar koçber li 42 gundên Şehbayê dimînin, jiyana wan di xeterê de ye.

Til Rifeet navendeke sereke ye li Şehba, her wiha li ser sînorê herdu bajarokên Nubul û Zehra, ku piranîya xelkê wan Şîe û Elewî ne.

Niha li Til Rifet Şervanên YPG, hêzên Rûsî, Hêzên hikûmeta Sûrî û grûpên ser bi Îranê ve bi cî bûne. Piştî dagîrkirina Efrînê, roja 18 Adara 2018yan, beşek ji şervanên YPGê, ku li Efrînê bûn, li Til Rifeet bicih bûn.

Tirkiyê dixwaze êrîş bike, lê astengiya herî mezin li pêşiya êrîşa Tirkiyê li ser Til Rifet hebûna bingeha Rûsî ye, li wir balafirxaneya Minnix ya Leşkerî, ku sala 2017, HSDê ew radestî hêzên Rûsî kir.

Armanca Tirkiyê ya sereke ji êrîşa li ser Til Rifet, ewe ku navçeyên Ezaz, Marii, Efrîn, Idlib û gundewarê Şehba û bakurê Helebê bi hev ve girê bide û bixe bin kontrola xwe û çavçeyên stratejîk ji bin destê Rûsya, Sûriyê û HSD derxîne.

Heta niha ne Amerîka û ne jî welatên Ewropa ji tehdîdên Tirkiyê ne razî ne. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çawuşoglu got, Amerîka û hinek welatên din ji wan re gotine êrîş nekin, ji ber ku ew naxwazin aloziyeke din li navçeyên çêbibe û şerê wan li hemberî DAIŞê lawaz bike.

Lê Tirkîyê, her demê bi gotina xwe kiriye, zêde guh nede wan welatan, dibêje Amerîka û welatin Ewropa ew xapandine û dema ku wan pêwîst dît ewê êrîş bikin, weke çawa êrîşî Efrîn, Girê Spî û Serê Kanî kirin.

Fermandarê Giştî yê HSD Mazlûm Ebdî li hemberî wan tehdîdên Tirkiyê bêdeng nema, got ew amade ne bi hikûmeta Sûriyê jî hevkariyê bikin ji bo rê li ber êrîşên Tirkiyê bigirin û xwest Sûriyê hêza xwe ya ezmanî li hemberî êrîşên Tirkiyê bikar bîne.

Mazlûm Ebdî eşkere got, ew şer naxwazin çareseriya herî baş diyalog e, lê ew amade ne li ber xwe bidin û navçeyên xwe ji êrîşên Tirkiyê biparêzin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst