Jina ducanî û kurê wê ji ber tîşortê Demirtaş hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, jina ducanî û kurê wê ji ber tîşortê ku wêneyê Selahattin Demirtaş li ser bû li xwe kiribû hatin desteserkirin. Herwiha 6 kesên ku nerazîbûn nîşanî polîsan jî dan, hatin desteserkirin.

Li navenda Wanê li Kolana Hunerê polîsan jineke ducanî û kurê wê yê ku tîşortekî wêneyê Selahattin Demirtaş li ser bû li xwe kiribû desteser kirin.

Têkildarî bûyerê xelkê derdorê nerazîbûn nîşanî polîsan dan û di encama aloziyê de 6 kesên din ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Parlamenterê HDPê yê Wanê Murat Sarisaç jî li ser hesabê xwe yê Twitterê behsa desteserkirina wê jina dujanî û kurê wê û herwiha 6 kesên din dike.

Murat Sarisaç herwiha vîdyoya bûyerê jî di twîttera xwe de belav kiriye û dibêje: “Ji ber kurê wê tîşortekî ku wêneyê Selahattin Demirtaş li ser bû li xwe kiriye jineke ducanî hat desteserkirin. 6 kesên ku nerazîbûn nîşan dan jî hatin desteserkirin. Ew kiryara li Wanê eger ne rêbirî (eşqiya) ye, çi ye? Li Wanê bi salane rewşa awarte ya kiryarî heye û ev çavkaniya hemû pirsgirêkan e.”

Nehat ragihandin ku kesên hatine desteserkirin bo kuderê hatine birin.