Hêzên Hevpeyman: Yekgirtina Pêşmerge ji bo me giring e

16-06-2021
RÛDAW
Nîşan Mesûd Barzanî Hevpeymaniya Navdewletî Hêzên Pêşmerge Bell Richard
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriye Bell Richard civiyan û di hevdîtinê de Richard got: “Yekgirtina Hêzên Pêşmerge ji bo me giring e.”

Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê 16ê Hezîrana 201ê  li navçeya Pîrmam a Hewlêrê pêşwazî Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriye Bell Richard û şanda lige kir.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serok Mesûd Barzanî, di hevdîtinê de Bell Richard sersaxiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku ji ber şehîdbûna wan 5 Pêşmergeyên ku li çiyayê Metîna hatibûn şehîd kirin û hêviya başbûnê ji bo pêşmergeyên birîndaran bûne jî xwest.

Di civînê de  Bell Richard rewşa meydanî ya hewlên hêzên Hevpeymananiya Navdewletî ya ji bo rûbirûbûna DAIŞê li Iraq û Sûriye ji bo Serok Barzanî eşkere kir.

Di beşeke din civînê de dirustkirina navenda hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê yên ji bo parastina navçeyên li gefa terorîstan û her wiha pêngavên ji bo pêkanîna hêzên hevbeşî ya her du aliyan ji bo heman mebestê bi girîng û berhemdar pênase kirin.

Herwiha hewlên ji bo yekxistina Hêzên Pêşmerge û encamdana çaksazî ya li Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê mijareke din vê hevdîtinê bû û têkildarî vê de jî Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriye got ku yekxistina Hêzên Pêşmerge ji aliyê welatên hevpeymaniyê ve girîngiyeke xwe ya taybet heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst