Hewlêr (Rûdaw) – Îro li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, duyemîn pêşangeha teknolojiyê ya bi navê HITEX bi hevbeşiya rêxistina Rwanga û sponsoriya medyayî ya Rûdawê li cihê Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê hat vekirin û dê heta sê rojên din berdewam be.
Pêşangeh ji îro Çarşemê 16ê Hezîranê ve dest pê kir û dê heta Şemiyê 19ê Hezîranê berdewam be.
Di pêşangehê de tê amaje bi pêşkeftina teknoloiyê di sektora bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê û Iraqê û dîcîtalîkirina hikûmetê tê kirin, herwiha pisporên warê teknolojiya zanyariyê, bazirganan li hev dicivîne.
Di pêşangehê de Konferansa HITEX jî tê lidarxistin ku pênc panelan li xwe digire.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî tevî hejmarek berpirsên din di pêşangehê de amade bûn û serdana ofîsên hin kompaniyan kirin.
Peyamnêrê Rûdawê Hadî Selîmî ragihand, yekem pêşangeha teknolojiyê ya HITEX sala 2019 hatibû lidarxistin û di 2020an de ji ber pandemiya coronayê ew pêşangeh nehatibû sazkirin û ya îsal dibe duyemîn pêşangeha HITEX li Hewlêrê.
Di duyemîn pêşangeha HITEX de nêzîkî 100 brnad û 70 kompanî û nûneratiyên kompaniyan beşdar bûne.
Peyamnêrê Rûdawê dibêje, cudahiya pêşangeha îsal ji ya berê ev e ku rêkxerên pêşangehê hin bîrokeyên nû bikar anîne, daku di pêşangehê de tenê kelûpel neyên nîşandan û çalakiyên din jî hebin. Yek ji wan çalakiyan jî sazkirina konferansa HITEXê ye ku pênc panelan li xwe digire.
Ew pênc panel jî bi van navnîşanan tên lidarxistin:
-Dîcîtalîkirina hikûemtê: Nasnameya dîcîtalî
-Pêşeroja Banka Dîcîtal li Iraqê
-Zîrekiya destçêkirî û robotic
-Jin û hilbijartina kar di warê teknolojiyê de
-Bidestxistina xizmetguzariyên tendirustî di rêya teknolojiyê de
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse