Ji ber bombebarana Tirkiyê agir bi derdora çend gundên Kanî Masê ket

16-06-2021
RÛDAW
Di encama bombebaranên Tirkiyê de, agir bi daristanên hejmarek gundên nahiyeya Kanî Masê ketiye. Wêne: Rûdaw TV
Di encama bombebaranên Tirkiyê de, agir bi daristanên hejmarek gundên nahiyeya Kanî Masê ketiye. Wêne: Rûdaw TV
Nîşan Kanî Masê Duhok Agir Kurdistan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber topbaran û bombebarana Tirkiyê bo ser çend gundên sînorê Kanî Masê ser bi qezaya Amêdiyê agirekî mezin bi derdora çar gundan ketiye, Rêveberê Nahyeya Kanî Masê jî dibîje, zerareke zêde gehiştiye rez û bostanên welatiyan û agir ji kontrolê derketiye.

Rêveberê Nehyeya Kanî Masê Serbest Sebrî ji Rûdawê re got: “Ji ber topbaran û bombebarana Tirkiyê ji doh Sêşemê ve agir bi tixûbên gundên Bêqulkê, Dişêşê, Dergela û Qumrî ketiye, berdewam agir berfirehtir dibe û ji kontrola me derketiye.”

Derbarê zerar û ziyanan de jî Serbest Sebrî got: “Agir bi rez, bostan û berhemên cotkarên wan gundan ketiye, heta niha zerar û ziyan nayên texmînkirin, ji ber dûyekî zêde navenda Kanî Masê û gundên nêzîkê wê navçeyê li xwe girtiye û berdewam agir berfirehtir dibe.”

Artêşa Tirkiyê ji 23ê Nîsana îsal ve operasyonek asmanî û bejahî li ser navçeyên Avaşîn, Zap, Metîna û Heftanînê destpê kiriye ku heta niha jî ew operasyon berdewam e.

Di operasyona vê carê de, artêşa Tirkiyê giranî daye ser bombebarana navçeyên ser bi nahiyeya Kanî Masê ya ser bi qezaya Amêdî ya Duhokê ve û heta niha Tirkiyê leşkerên xwe li 11 xalên stratejîk bicîh kirine.

Ji ber wê operasyonê çar gund hatine valakirin û metirsiya valakirinê li ser du gundên din heye, nêzîkî 100 malbatan derbider bûne û ji xeynî zerara maddî û şewitîna heft hezar donim daristan, dar û giyayê navçeyên wan gundan, du welatî jî birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst