Bo kujerê Kemal Kurkut ji 3 heta 9 salan ceza tê xwestin

16-06-2020
RÛDAW
Nîşan Kemal Kurtkut
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dozger xwest kujerê Kemal Kurkut, Y.Ş. bi tawanê “kuştina biqest” ji 3 sal heta 9 salan were cezakirin.  Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut di Newroza 2017an a Amedê de dema diçû meydana Newrozê ji aliyê polîsê bi navê Y.Ş. ve hatibû kuştin.

Derbarê kujerê Kurkut de li ser wêya ku “bi qest kuştiye” doz hatibû vekirin û rûniştina 10emîn a dozê li 7emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Kujer Y.Ş. bi hinceta vîrusa koronayê beşdarî rûniştinê nebû. Birayê Kurkut, Ferhat Kurkut, parêzerên Kurkut, Mehmet Emîn Aktar, Sîdar Avşar û Zeynep Işik beşdarî rûniştinê bûn.

Dozger di mitalie ya xwe de bi bîr xist ku guleya li Kurkut ketiye ya çeka polîs Y.Ş. ye. Dozger dibêje, polîs bi qest Kemal Kurkut nekuştiye û ew jî di parastina xwe de vê yekê red dike.

Dozger îdia dike ku gule ji erdê pekiya ye û li Kurkut ketiye. Dozger xwest Y.Ş. bi tawanê “bûye sedema mirina biqest” ji 3 sal heta 9 salan were cezakirin.

Parêzeran li ser mitalieya hat xwendin ji bo parastinê xwestin dem were veqetandin. Şandeya dadgehê jî li ser vê yekê rûniştin taloqî 22ê îlonê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst