Li 3 bajarên Bakur derketina bê mask hat qedexekirin

16-06-2020
RÛDAW
Nîşan Coronavirus Amed Riha Erzerom Mask
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber bilindbûna hejmara tûşbûyên Koronayê, piştî çend bajarên din li bajarên weke Amed, Erzerom û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê bikaranîna maskan bûye merc.

Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrattin Koca li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna vîrusa koronayê de li 5 parêzgehên din ên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê derketina derve bê mask qedexe bûye.

Fahrettin Koca diyar kir ku li bajarên berbelavbûna vîrusa koronayê ber bi zêdebûnê ve diçin, bi biryarên walîtiyan tedbîr têne standin.

Koca destnîşan kir ku merca bikaranîna maskan di wê çarçoveyê de berpirsiyariya xwe ya civakî heye û bêyî mask nikarin rê li ber belavbûna koronayê bigirin.

Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê da zanîn ku li Amed, Erzerom, Riha, Rize û Qeyseriyê bikaranîna maskan bûye merc.

Pêştir li bajarên weke Semsûr, Erdexan, Êlih, Xarpêt, Dîlok, Îdir, Meraş, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Sêwaz, Şirnex û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê û bajarên weke Afyonkarahisar, Amasya, Aydin, Balikesir, Bartın, Bolu, Burdur, Denizlî, Duzce, Eskişehir, Giresun, Îsparta, Karabuk, Kirklarelî, Kocaelî, Konya, Kutahya, Muğla, Nevşehir, Osmaniye, Sakarya, Uşak, Zonguldak derketina derve bê mask hatibû qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst