HDP: Me negotiye Mithat Sancar daxuyaniyê nade medyaya Kurdî

16-06-2020
RÛDAW
Nîşan HDP Mithat Sancar Tora Medyayî ya Rûdawê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dibêje, mebesta rayedarê ofîsa wan a çapemeniyê “şaş hatiye fêmkirin” û tekez dike, “me negotiye ku Mithat Sancar daxuyaniyê nade medyaya Kurdî.”

Tora Medyayî ya Rûdawê, jibo ku bêtir giringî bide Bakurê Kurdistanê û nûçeyên têkildarî wê, bultena taybet a nûçeyên Bakurê Kurdistanê daye destpêkirin, ku pêşkêşkara navdar a Rûdawê, Hêvîdar Zana vê bultenê pêşkêş dike.

Her di çarçoveya vê giringîpêdana bi rewş û nûçeyên Bakurê Kurdistanê de, bêjera Rûdawê Hêvîdar Zana demek beriya niha têkiliyê bi Ofîsa Çapemeniyê ya HDPê dike û daxwaz dike, ku hevpeyvîneke taybet bi Hevserokê Giştî yê HDPê, Mithat Sancar re bike, lê belê rayedarek ji Ofîsa Çapemeniyê ya HDPê jê re dibêje, “dema hevserokê me tije ye û hinek hesasiyeta hevserokê me li hember ragihandina Kurdî heye” û piştre radigihîne, ku ew dê hewl bide vê mijarê bixe nav bernameya Sancar.

Piştî derbasbûna çendîn rojan û piştî ku ji Ofîsa Çapemeniya HDPê ti bersivek û agahiyek li ser daxwaza hevpeyvînê nayê dan, Hêvîdar Zana di bultena duh de behsa wê mijarê dike, ku piştre di sosyal medyayê de gelek cih girt û bû rojev.

Piştî germbûna mijarê di sosyal medyayê de, HDPê îro derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, mebesta rayedarê ofîsa wan a çapemeniyê “şaş hatiye fêmkirin” û wan negotiye ku Hevserokê HDPê Mithat sancar ji medyaya Kurdî re naaxive.

Di daxuyaniya xwe de, HDP herwiha dibêje, “Sancar her daxwazek tê bi hesasiyet dinirxîne û li hemberî daxwazên medyaya kurdî jî pir hesas e û bi erênî bersiv dide.”

Derbarê mijarê de, bêjera Rûdawê Hêvîdar Zana ragihand: “Rojek beriya ku HDP di konferanseke rojnamevanî de, stratejiya nû ya partiya xwe bo qonaxa nû ragihîne, min têkilî bi Ofîsa Çapemeniyê ya HDPê kir û min daxwaz kir, ku hevpeyvînekê bi hevserokê partiyê Mithat Sancar re bikim, daku li ser siyaset, bername û plana partiya xwe bi berfirehî biaxive. Rayedarê ku bersiva peywendiya min da, ji min re got, hevserokê me niha mijûl e û bernameya wî tijî ye, sibe jî daxuyanî li Stenbolê heye ku hûn dikarin li vir amade bin, lê min jê re got, em her gav di hemû konferansên rojnamevanî yên HDPê de amade dibin, lê em dixwazin hevpeyvîneke dirêj pê re bikin.”

Hêvîdar Zana herwiha got: “Wî rayedarê Ofîsa Çapemeniya HDPê ji min re got, hinekî hesasiyeta hevserok heye li ser ragihanina kurdî, lê ezê hewl bidim vê mijarê bixim di bernamaya wî de û heftiyek din dê agahî bidim te. Lê mixabin heta îro jî derbarê vê daxwaza min a hevpeyvînê de tiştek ji min re negotin.”

Zana herwiha diyar kir: “Îro piştî ku mesele li ser sosyal medyayê belav bûye, heman kesî ji Ofîsa Çapemeniya HDPê peywendî bi min kir û ji min re got, mebesta min şaş hatiye fêmkirin û min gotiye, hevserokê me medyaya Kurdî bi hesasiyet dinirxîne û mebesta min pozîtîv bûye, û min jî jê re got, eger mesele wisa ye, çima we heta niha bersivek li ser daxwaza min a hevpeyvîna bi Mithat Sancar re nedaye. Herwiha min jê re got, ti hesasiyeta me li gel ti partiyeke li Tirkiyê û HDPê nîne û em her roj rayedarên wan dikin mêvanên ekrana Rûdawê û bi dilê xwe nerîna xwe û siyaseta xwe tînin ziman.”

Ev naveroka daxuyaniya HDPê ye:

Îdiaya Rûdawê ya li hemberî Mîthat Sancar derew e, em şermezar dikin

Derbarê Hevserokê me yê giştî Mîthat Sarcar de îdiaya ku "Li hemberî medyaya kurdî hesas e û hevpeyvînê nade medyaya kurdî" li ser sosyal medyayê hatine belavkirin. Ev îdia ji rastiyê dûr in. Nûçegihana Rûdawê (Mebesta wan bêjera me Hêvîdar Zana ye) rastiyan berevajî kirine.

Şîroveyên ku li ser vê parvekirina wan hatine belavkirin, perçeyek ji êrîşa sîstematîk a li hemberî partiya me ye.

Nûçegihana Rûdawê bi Buroya Çapemeniya me re pêwendî daniye û daxwaza hevpeyvînek ji Sancar kiriye. Me jê re gotiye bernameya Sancar tije ye lê em ê vê daxwaza we binirxînin. Ji bo ku têbigihije me jê re rewşa heyî şîrove kiriye û me gotiye ji bo hevpeyvînê tiştê ji destê me bê em ê bikin. Derbarê vê yekê de hem bi nivîskî û hem jî bi devkî me ew agahdar kiriye. Me jê re gotiye "Sancar her daxwazek tê bi hesasiyet dinirxîne û li hemberî daxwazên medyaya kurdî jî pir hesas e û bi erênî bersiv dide". Lê tu caran me negotiye Mîthat Sancar ji medyaya kurdî re naaxive û hevpeyvînê nade. Daxwaza wê jî me daye rojeva xwe û me hewl daye em di çarçoveya planên xwe de cih bidin vê hevepyvînê cî bi cî bikin. Derbarê vê yekê de me ew (bêjer) agahdar kiriye. Beriya demekê Rûdawê ji Hevseroka Giştî ya partiya me Pervîn Buldanê jî daxwaza hevpeyvînê kiribû. Buroya me ya çapemeniyê ev hevpeyvîn xiste nava plana xwe û hevpeyvîn pêk hat. Partiya me ji bo xebatên Yekitiya Neteweyî di nava hewldaneke mezin de ye. Ne pêkan e ku partiya me li hemberî çapemeniya kurdî xwedî helwesteke nerênî be.

Digel vê yekê jî Nûçegihana Rûdawê ev diyalog ji rastiyê dûr xistiye û weke medyaya hewzê (Mebest Alîgiriya AK Partiyê ye) derbarê HDP'ê de gotinên li derveyî vê rastiyê kirine. Xwestiye derbarê HDP'ê de nêrîneke nerênî ava bike. Ev gotinên ji rastiyê dûr di demeke ku li ser partiya me êrîşên gelek zêde hene de tê kirin. Em vê yekê tesadûfî nabînin.

Em vê helwest û gotinên ku li derveyî sinc û pîvanên çapemeniyê û medyayê ne bi tundî şermezar dikin û em dibêjin ev niyeteke baş nîn e.

Nivîsên ku me ji hev re nivîsandine (mebesta wan whatsap e) di destê me de hene. Em daxwaz ji Rûdawê dikin ku van gotinên xwe yên dûrî rastiyê sererast bike.

Hin trolên ku (alîgirên hikûmetê) di her fersendê de êrîşê HDP'ê dikin li ser van gotinan xwestine tabloyeke nerênî derxin holê. Lê ew ê negihijin armanca xwe. Partiya me girîngiyeke mezin dide azadiya çapemeniyê û agahdarkirina rast a medyayê. Partiya me tu caran li hemberî medyaya ku heqaretê li nirxê me neke, nebe perçeyek operasyonên li hemberî me helwesteke nerênî nîşan nade.

Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê

16 Pûşper 2020

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst