Li Başûrê Kurdistanê bûyereke dijwar a trafîkê: 2 kes mirin

16-06-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Kelar Xaneqîn Bûyera trafîkê
A+ A-

Kelar (Rûdaw) – Îro li ser rêya Kerlar – Xaneqînê bûyereke trafîkê çê bû û di encamê de du kesan canê xwe ji dest dan û du kesên din bi dijwarî birîndar bûn.

 

Rêveberiya Trafîkê ya Germiyanê ragiahndiye, îro yekşemî 16ê Hezîrana 2019 bûyereke trafîkê li nêzîkî navçeya Xaneqînê çêbûye.

 

Li gor daxuyaniyê, bûyer di navbera otomobîleke Pick Up û kamyonêteke du tonî de çêbûye û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 2 kesên din jî birîndar bûne.

 

Rêveberiya Trafîkê ya Germiyanê daye xuyakirin, rewşa herdu kesên birîndar nebaş e û li nexweşxaneyê di jêr çavdêriya pizîşkan de ne.

 

Salane li Herêma Kurdistanê bi hezaran bûyerên trafîkê çêdibin û di encamê de gelek kes canê xwe ji dest didin.

 

Li gor daneyên fermî yên Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Herêma Kurdistanê, di maweya salên 2010 heya 2018 de, 36 hezar û 913 bûyerên trafîkê çêbûne û di encamê de 6 hezar û 509 kesan canê xwe ji dest dane û 77 hezar û 362 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst