Dadgeha Kerkûkê fermana desteserkirina Rakan Cibûrî derxist

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Kerkûkê li ser hederkirina pere û çawaniya xerckirina wan, fermana desteserkirinê derbarê Parêzgarê Kerkûkê yê bi Wekalet Rakan Cibûrî de derxist.

 

Nivîskar û rojnamevan û şirovekarê siyasî Arif Qurbanî li ser rûpela xwe ya taybet a medyaya civakî ya facebookê çendîn belgename belav kirine û eşkere dike ku bi tometa hederkirina wan pereyan, dadgehê fermana desteserkirinê derbarê Parêzgarê Kerkûkê yê bi Wekalet Rakan Cibûrî de derxistiye.