Li Mûşê paletiya dirûna giya destpê kir

16-06-2019
RÛDAW
Xelk weke kevneşopiyekê tirpanên xwe amade dikin û bi hev re diçin paletiyê.
Xelk weke kevneşopiyekê tirpanên xwe amade dikin û bi hev re diçin paletiyê.
Nîşan Bakurê Kurdistan Mûş Paletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Demsala dirûna giya li Mûşa Bakurê Kurdistanê destpê kir. Ligel hatina germayê, dirûna giya bi paletiyê nerîteke qedîm a xelkê gundê Karabayê ye.

 

Welatiyên wî gundê Mûşê serê sibehê ji mal derdikevin, bi hevre tirpanên xwe amade dikin û piştre gav bi gav li nav zeviyan dest bi dirûna giya dikin daku zivistanê wek êm bidin pezê xwe.

 

Giyasettin Taşçi yek ji nîştecihên gundê Karabayê ye, ew dibêje: “26 sal e em ligel hevalên xwe vî karê bi palûte dikin. Bi stran û bikaranîna tirpanê bi palûte karê dirûnê dikin. Bi vî awayî em êmê sivistanê bo ajelên xwe kom dikin. Hinek ji me giya difroşin, hineke din jî amadekariyê bo zivistanê dikin.”

 

Xelk û ajeldarên Mûşê, her sal bi paletî vî karî dikin daku giya kom bikin û di demsala zivistanê de bidin ajelên xwe, ji ber ku ew navçe çend metreyan dikeve bin berfê, zivistan lê dijwar e û ajeldar nikarin pezê xwe derxînin derve.

 

Kasim Yilmaz akinciyekî din ê vî gundî dibêje: “Em bi şev ligel ciwanên gundê xwe lihev dikin û bi dorê li nav zeviyan giya didûrin. Ji qedîm ve ev karê bi palûte li gundê me heye û bûye kevneşopiyek.”

 

Destpêkê tirpanên xwe tûj dikin û piştre du metreyan ji hev dûr di yek rêzê de radiwestin û bi stran û dîlokan dest bi dirûna giya dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst