Şofêrên Bakur cejna xwe li Deriyê Îbrahîm Xelîl pîroz kir

Zaxo (Rûdaw) –  Di Cejna Remezanê de zêdetirî 3 hezar kamyonên barkirî li xala sînorî ya Îbrahîm Xelîl ya di navbera Bakur û BaşûrêKurdistanê de mane. Şofêrên wan kamyonan cejna xwe li wê ser sînor derbas kirin.

 

Piraniya wan şofêran Kurd in û ew dibêjin, wan bi rêya peywendiyên telefonî, cejna malbat û zarokên xwe pîroz kirine.

 

Şofêrê bi navê Mihemed Fatih dibêje: “Eb 7 roj in em ji mala xwe derketine. Piştî ku me bare xwe li Hewlêrê danî em hatin ketine rêzê. Lewma me nekarî em cejna xwe li gel malbatên xwe derbasd bikin.”

 

Nêzîkî 15 hezar şofêrên ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyê di xeta di navbera herdu aliyan de kar dikin û kelûpelan dibin tînin.

 

Şofêrê ni navê Hemdullah Elî jî diyar dike: “Ev heyvek bû em bi rojî bûn. Di roja yekemîn a cejnê de em taştiya xwe li gel hevalên xwe dixwin. Em ne li cem zarokên xwe ne lê ji bo nanê zarokên xwe hatine vê derê.”

 

Mana wan şofêran ji bo dikandaran jî derfeta kar ava kiriye. Ji lewra hinek dikandar jî di cejnê de ji bo pêşwazîkirina daxwazên şofêran dikanên xwe vekirine.

 

Dikandar Mihemed Fetah jî dibêje: “Ev qad bi beton e û nêzîkî 2 heta 3 hezar şofêr li vir mane. Telefona me kirin û lewma em hatin. Di cejnê de bazar û xwaringeh girtî ne.”

 

Geşta şofêran di navbera herdu aliyan de carna 15 roj jî berdewam dike.