Bi navê şehîdan gendelî

16-06-2016
RÛDAW
Nîşan Dihok. Gendelî Şehîd
A+ A-

Dihok (Rûdaw) – Li bajarê Dihokê 3 berpirsan li ser navê malbatên şehîdan erd û zeviyên gelemperî, li ser navê xwe tomarkirine hatin girtin.

 

11ê Gulanê li bajarê Dihokê 3 karmendên Rêveberiya Karên Enfal û Şehîdan ji aliyê polîsan ve hatin girtin.

 

Rêvebirê Karên Enfal û Şehîdan li Dihokê Nasred Badî ji Rûdawê re wiha got: “Kesên navborî di bin wezaretê de berpirsên hin beşan bûn. Heta niha 3 kesan, 23 zevî bi awayekî deryasayî li ser navê xwe û mirovên xwe tomarkirine.”

 

Rayedarekî ku nexwest navê wî bê eşkerekirin jî got, jineke erkdar 10 zevî bi awayekî bêhiquqî li ser navê mirovên xwe tapû kiriye û wiha domand:

 

“Wan 3 kesan, li ser navê malbatên şehîdan belgeyên fermî li parêzgariya Dihokê û şaredariyên tekîldar îmze kirine û bi belgeyên sexte erd li ser navê xwe tomarkirine. Heta ku tapûyek li ser navê jineke 91 salî qaşo mirovê wê şehîdê hatiye tomarkirin. Lê piştî lêkolînê hat zanîn ku di malbata wê de ti kes neşehîd e.”

 

Rêvebirê Tapûyê Omer Îbrahîm jî got: “Ji şaredariyê belge bêkêmasî ji bo me dihatin. Ji ber vê yekê ti guman cem me çênedibû. Lê dema çend kesan gotin ku ew li ser navê mirovên xwe wî karî dikin, em ketin şikê.”

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, 60 zeviyên gelemperî bi awayekî deryasayî li ser navê hin kesên hatine tomarkirin, lê heta niha bi tenê 23 eşkere bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst